120 HUNERMENDÊN JI CÎHANÊ:
AZADÎ HEQÊ RÊBERÊ KURDAN ABDULLAH OCALAN E
120 Hunermendên ji cîhanê bi deklarasyoneke hevpar dewa azadiya Rêber Apo kirin.
Di nava kesên deklarasyon îmze kirine de şanoger û aktrîsta Ingilîz Maxine Peake, hunermendê Galî Dafydd Iwan, komedyen Mark Thomas, stranbêj Brian Eno,
nivîskar Jan Woolf, helbestkar Seamas Carraher, nivîskara şanoyê û derhêner Julia Pascal,
nivîskar û şêwekar Janet Biehl, muzîkjen David Rovics, helbestkar Jack Hirschman, şêwekar Agneta Falk, aktor û muzîkjenê Îtalî Moni Ovadia jî hene.
Di deklarasyona hevpar de ew doza azadiya Rêber Apo dikin.
Hunermendan di deklarasyona xwe de diyar kir ku ew yeqîn dikin; azadî ji mafê her kesî ye.
Hunermendan di deklarasyonê de bi bîr xist ku Rêber Apo di dema dîlbûna xwe de jî ji bo Kurdan bûye îlham û wiha gotin:
Wî îlham da gelek Kurdan da ku jiyana xwe bi rûmet û rêzdariya ji hebûna xwe re dewam bikin.
Ew bû mamosteyekî gelekî baş. Wî jinên û mêrên Kurd teşwîq kirin da ku ji bo mafên xwe weke mirovên azad li ser piyên xwe bisekinin.
Hunermendan ji bîr nekir ku bibêjin, ka çi eziyet, zilm û zorî li Kurdan hatiye kirin û tê kirin, û ji ber wê jî ew neçar mane ku ji bo azadiya xwe têbikoşin.
Hunermendan di dewama deklarasyonê de got, “Ocalan derfeta hêviyê û azadiyê da Kurdan.
Têkoşîna siyasî ya hevçax a Kurdan ronesanseke gelekî mezin afirand.
Abdullah Ocalan li ser cihê çand û zimanî di jiyana Kurdan de gelek tişt nivîsandin.
Ew qebûl dike ku huner îfadeya nasnameya Kurdan e û ji bo bipêşketina azadiyê jî ew lazim e.
Weke hunermedan, em ber dikevin ka azadî ji bo rûmet û yekparebûna her ferdî çi qasî lazim e.
Abdullah Ocalan xizmeta serdema xwe kir û azadî heqê wî ye. Wî bi awayekî eşkere îsbat kir ku ew serokekî biberpirsiyar ê miletê xwe ye û nîşan da ku mirov dikare bi soza wî baweriyê bîne.
Edî dem e ku azadiya wî lê bê vegerandin.