12’Ê COTMEHÊ LI BER KONSEYA EWRÛPA ÇAKIYA RÛNIŞTINÊ DESTPÊ DIKE
KCDK-EWRÛPA BANGA BEŞDARBÛNA ÇALAKIYÊ KIR
12’ê Cotmehê li ber Konseya Ewrûpa bi slogana “Ji Ocalan re Azadî” çalakiya rûniştinê tê destpêkirin.
Çalakiya ku 12 mehê ji aliyê KCDK-Ewrûpa û TJK-Ewrûpa ve tê organîzekirin wê heta 30’ê Cotmehê bidome.
Dîwana hevserokatiya KCDK-Ewrûpa derbarê çalakiya ku wê bê destpêkirin de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku tecrîd û îzolasyona li dijî rêber Apo tê bikaranîn bi faşîzma dewleta tirk û AKP-MHPê sînor dar nîne û got,
Ji sîstema tecrîda li Îmralî hêzên navnetewî, CPT û Konseya Ewrûpa bi xwe berpirsyarin.
KCDK-E rapora CPT ya derbarê tecrîda li Îmraliyê ku dibêje sîstema îşkenceyê a li Îmraliyê nayê qebûlkirin bi raya giştî re par vekir bi bîrxist.
Tecrîda ku 21 sal in tê pêk anînne di aliyê însanî, wijdanî exlaqî ve nayê qebûlkirin û ne li gorî hiqûqa navnetewî ye.
KCDK-E daxuyakirin ku ji bo saziyên navnetewî ên weke; CPT, Konseya Ewrûpa û dadgeha mafê mirovan bi erka xwe rabin ewê 12 Cotmehê dest bi çalakiya rûniştinê a bi slogana “ji Ocalan re azadî” bikin.
Detayên çalakiya Rûniştinê wiha ne;
Çalakî wê her 4 rojan carekê dorveger pêk bê.
Herî kêm wê 30 kes beşdarî çalakiya rûniştinê bibin.
Di navbera 12-31’ê Cotmehê de nûnerên saziyên Kurdistan û tirkiyê, siyasetmedar, oldar û dostên enternasyonalîs, jin û ciwan wê çalakiyê birêve bibin.
KCDK-Ewrûpa banga beşdarbûna çalakiya ku wê li ber konseya Ewrûpa bê li darxistin li herkesî kir.