Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

13 Tîremehê YE wê li ser Siyaseta destwerdanê a Tirk kom bibe

 

Kirinên faşîzan ên dewleta Tirk di rojevan Yekîtiya Ewrûpayê de ne.

Welatên Yekîtiya Ewrûpayê ji bo cezayên li dijî dewleta Tirk giran bikin, 13ê Tîrmehê li hev kom dibin..

Ev civîn jî li ser daxwaza Fransayê tê lidarxistin..

Dewleta Tirk ji bo hegemoniya xwe li cîhanê bihêz bike dest werdide kar û barên navxweyî yên gelek welatan..

Tevgera dagirkeriya li Sûrî, Iraq, Lîbya, Derya Spî, Başûr û Rojvayê Kurdistanê mînakên vê yekê ne..

Vê siyaseta xwe jî bi gefên leşkerî dixwaze pêk bîne..

Li hemberî van dagirkerî û destwerdanan welatên Ewrûpayê 13ê Tîrmehê kom dibin..

Daxwaza pêkanîna vê civîna taybet ji aliyê Fransayê ve hat kirin..

Têkildarî mijarê wezîrê karê derve ê Fransayê Jan Yîv Lu Duryan daxuyaniyek da û wiha got:

Li ser banga me wezîrê karên derve yên Yekîtiya Ewrûpayê wê kom bibin. Ji ber siyasetên wê yên destwerdanê li gelek welatan, dibe ku cezayên li hemberî Tirkiyê werin girankirin.

Herî dawî serokê Fransayê Emmanuel Makron jî destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê weke sûç binav kiribû û gotibû, ew ê rê nedin ku Tirkiyê Lîbyayê aloziyê kûrtir bike û wê derê jî veguherîna Sûriyê.

Wekî din nerihetiya gelek welatên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê jî ji vê siyaseta dewleta tirk zêde dibe.

Di serî de Mîrekiyên Ereb, Misir, Erebistana Siûdî, Qibris, her diçe dengên welatên li dijî destwerdanên dewleta tirk bilindtir dibin.

Tê zanîn ku Rûsya jî ji vê siyaseta dewleta tirk ne memnûn e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv