10 C
Amed
9 Nisan 2020
Sterk TV – zindi, canli, live, kurdî, kurmancî, soranî, zazakî, dimilkî, hewramanî, zindî, Kurdistan
Nûçe Nûçeyên Dawî

134 kes bi Virûsa Korona li Kurdistane ketine

 

LI KURDISTANÊ DI 24 SEATÊN DAWÎ DE 134 KES BI ŞEWBA VÎRÛSÊ KETIN

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêşî li vîrûsa Koronayê nayê gitin.

Tenê di nava 24 saetên dawî de li Rojhilatê Kurdistanê 128 kes bi şewba vîrûsê ketine.

Li başûr jî hejmara kesên bi vîrûsê ketine bû 34.

Her wiha qedexeya derketina derve ji bo 3 rojan hat dirêjkirin.

Li Îran, Iraq, Başûr û Rojhilatê kurdistanê hejmara nexweşên Şewba vîrusê zêde dibe.

Wezarê Karê Tendirustiyê ya Îranê Kîyanûş Cîhanpur diyar kir ku di 24 saetên dawî de 113 kesên din ji ber vîrusê mirine.

Li Îranê hejmara qûrbaniyan bû 724 û hejmara nexweşan jî gihîşt 14 hearî.

Li Rojhilatê kurdistanê jî roj bi roj bilançoya Virûsê zêde dibe.

Di 24’seatên dawî de 128 kes bi vîrûsê ketine.

Ji van 128 kesan, 52 li parêzgeha Loristan, 27 li Sine, 18 li Urmiye, 18 li Îlam û 13 ji wan jî Kirmaşanê ne.

Li Iraqê jî bi tayebtî li bajarên Kerbela, Necef, Zikkar, Meysan, Bexda û Kerkûkê heya niha 81 nexweşên vîrûsê hatine tespîtkirin û 9 kes jî mirine.

Li 6 parêzgehên Iraqê jî qedexeya derketina derve hat ragihand din.

Tê gotin ku wê qedexe li hemû parêzgehan were ragihandin.

Li Başûrê kurdistanê heta niha 34 nexweşê vîrûsê hene û kesek jî jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha hezar 352 kes di 33 navendên cuda de, di bin karantînayê de têne ragirtin.

14’ê Adarê ji bo 2 rojan qedexeya derketina derve hatibû ragihandin, qedexe ji bo 3 rojên din hat dirêjkirin.

 

Ev jî hatin dîtin

20:00 Bernameya Taybet-rojbûna Rêber APO-Koma Cudî-04.04.2020

Stêrk Tv

Sozdar Avesta: Îro 4″ê Nîsanê ji bo me Rojbûneke dîrokî ye

Stêrk Tv

Rojbûna Rêber APO li Başûr û Rojhilatê Kurdistan hat pîrozkirin

Stêrk Tv

Li gelek deverên Kurdistanê dar ji bo Robûna Rêber APO hatin Çandin

Stêrk Tv

KCK: Deshilatdariya ji Huner û Twîttan bitirse ew mehkûmê têkçûnê ye

Stêrk Tv

HPG: Di çalakiyên dawî de 11 leşkerên Tirk hatin kuştin

Stêrk Tv