Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamê Mektep Siyasî yê PAD’Ê Hisên Hecî û endamê şandeya eşîrên Êzidiyan Mîrza Bekir: Kî xweseriya Şengalê nas neke, em jî biryarên wan nas nakin 11.10.2020

 

‘Kî xweseriya Şengalê nas neke, em jî biryarên wan nas nakin!’

Sazî û xelkê Şengalê li dijî rêkeftina navbera hikumeta Başûrê Kurdistan û Iraqê de nerazîbûn nîşan da û diyar kirin ku di serî de Êzidî, ligel hemû pêkhateyên xwe wê Şengal nehêle ku ji derve û li dijî îradeya wan biryar bên girtin.

Her ku diçe nerazîbûnên sazî û pêkhateyên Şengalê li dijî rêkeftina navbera hikumeta Başûr Kurdistanê û Iraqê pêk hatî zêde dibin. Şengalî diyar dikin ku ev rêkeftin li dijî îradeya tevahiya gel û pêkhateyên Şengalê hatiye kirin û li gorî berjewendiyên hêz û aliyên ku berê Şengal hiştî reviyayî û xelk di nav lepê DAÎŞ’ê de hiştî ye.

Endamê Mektep Siyasî yê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî û Endamê Şandeya Eşîrên Êzidiyan Mîrza Bekir li dijî vê rêkeftinê nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ev rêkeftin ne rewa ye, li dijî îradeya Êzidiyan û hemû pêkhateyên Şengalê hatiye girtin û lewre wê pêk neyê û xelkê Şengalê destûr nedin ti lîstok û plangeriyên li ser wan tên gerandin encam bigirin.

Hisên Hecî got, “Me diviya ku ev rêkeftina hikumeta Başûr Kurdistanê ligel hikumeta Iraqê çêkirî ne wiha bûya, li gorî daxwaz û mafên Êzidiyan bûya. Kareseteke mezin di serê civaka me de hat, bi qirkirinê re rû bi rû hat hiştin. Divê hikumeta Iraqê li ser van mijara bisekiniya ne ku plangeriyên siyasî yên li gorî meslehetên xwe yên takekesî û herêmî pêk bînin. Lewre em hem weke sazî û dezgehên Şengalê hem jî weke gelê Şengalê vê biryarê napejirînin, red dikin. Ti biryar, plan û kirinên ku miletê Şengalê ne di nav de be em qebûl nakin û wê pêk neyê jî.

Ev 6 sal in hikumeta Iraqê Şengal terikandiye jibîr kiriye, qene xizmeteke biçûk jî jê re nekiriye. Niha xelkê Şengalê bi sazî û dezgehên xwe ve aramî û tensîqeke civakî çêkiriye û dixwaze birînên xwe bipêçe, niha hikumeta Iraqê rabe bi emrê waqî bixwaze li ser Şengalê hinek tiştan bide ferzkirin, em qebûl nakin.
Çi nîqaş û biryar di derbarê Şengalê de pêk bên divê li gorî daxwazên gel, bawerî û pêkhateyên Şengalê pêk bên, ji bilî vê ne gengaz e ku encam bigirin.

Yek jî roj û dîroka eşkerekirina vê rêkeftin û biryarê watedar û balkêş e; di vê rojê de sê bûyerên balkêş ên dagirkeran pêk anî hene. Ya yekemîn di vê rojê de komployeke navdewletî li ser serok apo pêk hat. Ya duyemîn êrîşa dagirkeriyê ya li ser Girêspî û Serêkaniyê ku par pêk hatibû. Ya sêyemîn jî ev biryara li dijî Şengalê hatî girtin. Ev bûyer ji aliyê hişmendiya dagirkeriyê ve pêk hat. Niha jî heke bi heman awayî bixwazin vê kiryarê li ser Şengalê bidin ferzkirin wê bi ti awayî qebûl nebe.

Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî hatiye ser desthilatê heta niha ne tiştek ji bo xelkê Iraqê kiriye ne jî ji bo Şengalê kiriye. Lewma rewşa Iraqê li ber çav nagire, rewşa aborî, ya ewlehî, ya siyasî, rewşa îdarî û malî li ber çav nagire, dîsa nakokî û hevsengiya di nakokiya Îran û DYE’yê li ber çav nagire, rewşa welat ku di çi rewşê de ne li ber çav nagire… Ji bo ku tiştekî bi dest bixe û gotineke wî hebe bibêje min pirsgirêka xwe û hikumeta Başûrê Kurdistanê çareser kir, xwest plangeriyeke wiha li ser îradeya vî miletî pêk bîne. Ev serî heta binî şaş e û ti encam jî jê dernakeve. Lewre divê bên bi vê îradeya Şengalê heyî re rûnin û li ser esasê berjewendiyên gel rêkeftinan çêbikin ku bigihije encamê. Li Şengalê aramî heye, sazî û dezgehên xwe hene, îdareya xwe heye, hêzên xwe yên leşkerî û ewlehiyê hene û ew Şengalê diparêzin û xizmeta wê dikin. Gelên Şengalê ji bilî wê ti alî û hêzan qebûl nake.”

Endamê Şandeya Eşîrên Êzidiyan Mîrza Bekir jî bal kişand ser rêkeftina hatî kirin û anî ziman ku ev biryar dihêle ku DAÎŞ careke dîtir zindî bibe û berê xwe bide Şengalê, lewma dixwazin hêzên Şengal terikandî û baz dayî dîsa vegerînin Şengalê, Şengalê bê parastin bihêlin û wiha pêde çû: “Ev biryara ku dibêje wê îdareya fermî bê Şengalê tê wê wateyê ku dîsa feraseta ku DAÎŞ afirandî û karesateke mezin di serê civaka me de anî, dîsa vegerînin Şengalê. Vê ferasetê dest avêt nirxê me namûs û kerameta me, rûmeta me binpê kir, niha jî dixwazin vê hişmendiyê dîsa bînin ser kar, em vê helwestê qebûl nakin.

Ji bilî zarokên Êzidiyan ku ji bo Şengalê li ber xwe dayî, şer kirî bedel dayî kes nikare li ser navê Şengalê biaxive û bibe xwedî gotin û biryar. Em li pey hêz û saziyên xwe ne û ji bilî wan ti kesî jî nas nakin.
Heke îro ev lîstik û plangerî li ser civaka me tên lîstin, ji ber bêtifaqiya me ye. Lewre divê em Êzidî tifaqa xwe çêbikin û bibin yek ku lîstik û plangerî li ser me çênebin.
Divê xelkê me li hemberî vê biryarê bibe xwedî helwest û vegere ser xaka xwe, dev ji koçberî û penaberiyê berdin.

Êzidî di dîrokê de cara yekemîn e ku ewqas xwe rêxistin kiriye bûye hêz û xwedî îrade. Lewre divê gel xwedî îradeyê derkeve û lîstok û plangeriyên heyî vala derxe.
Em beşeke dewleta Iraqê ne, lê heke qesta hebûn û destkeftiyên me bê kirin em ê li dijî wê li ber xwe bidin û destûr nedin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv