Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Cîhan

14:00 Cîhan

Pêşkêşvan: Tahir Goyî

Naveroka Nûçe

Li piraniya alema Îslamê meha Remezarnê doh bi dawî bû, îro roja yekem ya cejnê ye.
Hêvî ew e ku cejna Remezanê bereketê bîne, xêr û xweşiyê bide alema Îslamê û hemû cîhanê.
Ji ber pevçûnên li Sûdanê û îzdihama li Yemenê, li van hereman cejnê xemgînî dest pêkir.

Li Sûdanê, Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi ber pêdiviyên însanî, ji bo 72 saetan agirbest ragihand.
Li gel vê daxuyaniyê jî, sibeha Cejna Remezanê, li paytext Xartûmê teqîn pêk hatin.
Rewşa Sûdanê her ku diçe xerabtir dibe.
Di nava herema şer de 3 heremên kurdan jî hene.
Kurdên Sûdanê ji dema Osmanî ve li van deran mane, Qismekî wan di cihana aborî û siyasî ya welêt de bi bandor in.

Ji bo hilbijartinên 14’ê gulanê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, li derveyê welêt jî, deng tên dayin.
Dengdan wê li 75 welatan, di navbera 27’ê nîsanê û 9’ê gulanê de pêk werin.
Lê di serî de Almanya, hê gelek welatan destûra pêwist nedaye, amadekarî jî dawî nebûne.

Li Tûnisê aloziya siyasî didome.
Beriya çendekê serok û rêveberên Tevgera îslamî NAHDA’yê hatibûn binçavkirin.
Vê carê Dadgehat Tunisê biryara girtina serokê tevgerê, Reşîd Xenoşî da.

Li Spanyayê qanûna derbarê destdirêjîyê de bû sedemê nerazîbûna jinan.
Di qanûnên îro de hin kêmasî hene.
Ev kêmasî dibe sedem ku faîlên sûcên destdirêjiyê zû ji girtîgehan bên berdan.
Hikûmet xwe amade dike hin guherînên nû çê bike.
Jinên Spanyayê dixwazin dema ev guherîn pêk tên, mafên jinan di asta bilind de bên parastin.
:::
Li Ûkraynayê şerê hêzên hegemonan ji hemû aliyan didome.
Rusya piraniya herêma Baxmûtê girtiye bin kontrolê.
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg cara yekemîn çû serdana Ûkrayna yê.
Stoltenberg, li Kîevê soz da ku ewê piştgiriya xwe ya ji bo Ûkraynayê zêdetir bike.
Macaristan, Polonya û welatên sînor ji ber bandor li cotkarên wan dike, qedexe datînin ser zexîreya Ukrayna.

Rusyayê bi şaşitî bajarê xwe bombe kir.
Ji xwe, ji destpêka şerê Ûkrayanayê ve, welatiyên li ser sînorê herdu welatan, ditisiyan ku rojekê bombeyek li malên wan keve.
Ev tirsa wan bû rastîn.
Hêzên Rus bi şaşitî bajarê xwe Belgo-rodê bobe kirin.

Beriya demekê weşanên Skandînavî derheqê Deryaya Bakur de belgefîlmekê xistin piyasayê.
Di vê belge filmê de tê nişandan ku Rusya bi awayeke veşartî li heremê amadekariya êrişên sabotajê dike.
Piştî van agahiyan, hikûmetên Swêd û Norwêc ji ber xebatên sîxuriyê li hemberî Rusyayê ketin nava tevgerê.

Serokkomarê Meksîkayê balafira xwe firot Tacikistanê.
Hatiye plan kirin ku, ewê bi vî pereyî 2 nexweşxane ava bike.

Li Ewrûpayê protestoyên karkeran roj bi roj zêde dibin.
Li Spanya hiqûqnas ji ber şert û mercên xirap yên xebatê ketin grevê.
Li Fransayê jî reforma teqawidîyê hat protesto kirin.

Di van salên dawîn de li gelek welatên Cihanê talana xwezayê, zêde dibe.
Piştî Çînê, hêza ku herî zêde zirarê dide daristanan, Yekitiya Ewrûpayê ye.
Niha jî, ji bo van ziraran kêm bike, hin tedbîran digre.

Ev jî hatin dîtin

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv