LEHENGÊN DESTANA GARÊ
Cûdî Serhat-Nedîm Kiliç
2003’yan ji Qersê beşdarî nava refên gerîla bû.
Li gelek eyaletên Herêmên Parastina Medyayê gerîlatî kir.
Her wiha wan komên pêşî yên gerîlayan de cihê xwe girt, ku xwe gihandin hawara Şengalê.
Li Şengalê derbên giran li faşîzma DAIŞ’ê dan.
Ergîn Dûrmûş – Bawer Elkê
2017’an beşdarî nava refên gerîla bû.
Li Elkê di nava kar û xebatên têkoşîna siyasî de cihê xwe girt.
Bi awayekî aktîf beşdarî berxwedana Kobanê bû.
Weke bersiva li dijî êrişên qirkirina siyasî beşdarî refên gerîla bû.
Erselan Xanîzade – Erdal Rojhilat
Ji bajarê Rojhilatê Kurdistanê Kotolê beşdarî refên gerîla bû.
Li herêmên Qendîlê û Garê gerîlatî kir.
Di warê tenduristiyê de xwe gihandibû asta pisporiyê.
Sefkan Kaya – Argeş Ronî
Piştî xwendina 3 salan a Fakulteya Huqûqê ya Stenbolê beşdarî nava refên gerîla bû.
Bixwe ji navçeya Mêrdînê Dêrikê bû, li navçeya Riha Wêranşarê mezin bûye.
8 mehan di zîndana dewleta Tirk de maye.
Gokhan Kol – Avareş Wan
2014’an beşdarî nava refên gerîla bû.
Ji navçeya Wanê Qelqeliyê ye.
Di berxwedana Şengalê de cihê xwe girtiye.
Di têkbirina faşîzma DAIŞ’ê de bi rola xwe rabûye.
Bayram Elhaman – Rojhat Mûsyan
2017’an beşdarî nava refên gerîla bû.
Li her qada herêma Garê gerîlatî kir.
Malbata wî li ber avahiya HDP’a Amedê bûye amûrê şerê taybet.
Banga malbata xwe red kiribû û di şerê li dijî dagirkeriya Tirk de xwedî israr bû.
Li Garê derbên giran li artêşa Tirk dabûn.
Emrah Ordu – Xeyrî Çewlik
Ji navçeya Çewlikê Kanîreşê ye.
2017’an beşdarî nava refên gerîla bûye.
Li gelek qadên herêma Garê gerîlatî kir.
Fermandarekî gerîla yê xwedî rêgez bû.
Ewnî Mehmûd – Delîl Kobanê
Li nav malbateke welatparêz a xwedî gelek şehîdan ji dayîk bû.
Ji bajarê berxwedanê Kobanê ye.
Li dijî êrişên qirkirinê yên li ser Kurdistanê beşdarî refên gerîla bû.
Cebbar Îsmaîl Mihemed – Xabûr Dêrik
Ji bajarê Rojavayê Kurdistanê Dêrikê ye.
Li malbateke welatparêz ji dayîk bû.
Li Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞ’ê û komên çete yên dewleta Tirk de cihê xwe girt.
Îbrahîm Mihemed Osman – Rêber Kobanê
Ji bajarê berxwedanê Kobanê ye.
Di pêvajoya Şoreşa Rojava de beşdarî refên şoreşê bû.
Di gelek pêngavan de cihê xwe girt.
Ji bo xwe bigihîne çiyayên Bakurê Kurdistanê beşdarî refên gerîla bû.
Hogir Nesan – Seydo Refîk
Ji navçeya Efrînê Raco ye.
Li nav malbateke welatparêz ji dayîk bûye û mezin bûye.
2012’an beşdarî nav refên gerîla bû.
Ferhat Aslan – Seyfî Polat
Ji navçeya Wanê Erdîşê ye.
Bû gerîlayekî şareza li çiyayên Kurdistanê.
Bi heyecaneke mezin beşdarî şerê li dijî dagirkirina Garê bû.
Yek ji fermandarên Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal bû.
Mehmet Alî Algor – Arhat Amed
Ji navçeya Wanê Payîzava ye.
2015’an beşdarî nava refên gerîla bû.
Di Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal de cihê xwe digirt.
Firat Ekmen – Gelhat Tolhildan
Ji navçeya Şirnexê Cizîrê ye.
2016’an weke bersiva êrişa qirkirinê ya li dijî xwerêveberiya Cizîrê beşdarî nav refên gerîla bû.
Di Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal de cihê xwe digirt.