Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

155 Nivîskar û helbestvan li dijî destwerdana li ser peymana Stenbolê bang li hikûemetê kirin

 

115 nivîskar û helbestvanên jin jî bi danezanek hevpar xwestin hikmeta Tirk dest nede peymana Stenbolê

Nivîskar û Rewşenbîrnên di danezanê de gotin: Peymana Stenbolê neke nîqaşê pêk bîne.

Nerazîbûnên li dijî nîqaşên vekişandina ji Peymana Stenbolê berdewam dike.

Li dijî destwerdana peymana Stenbolê 155 nivîskar û helbestvanên jin danezanek hevpar weşandin.

Jinan di danezana xwe de balkişand ser giringiya peymana Stenbolê û anî ziman ger peyman were betal kirin wê ewlehiya jiyana mirovan nemîne.

Em dibin şahid ku zimanê di nava civakê de tê bikaranîn tundî û newekheviyê zêde dike.

Em her roj dibin şahidê tundî, kuştin û cûdakariyê. Ji ber wê yekê ne pêkan e ku em di pêvajoyeke wiha de bêdeng bimînin.

Ji ber ku Peymana Stenbolê pêk nayê lewma kuştinên jinan ew çendî zêde û belav bûye.

Di danezana de qala xeteriyên beltalkirina Stenbolê jî hat kirin û wiha hat gotin.

Ji bo wekheviya zayendî bibe bi awayekî pratîk bi cih bê, divê Peymana Stenbolê ya ji 2011’an ve hatiye îmzekirin bê bicihanîn.

Di bin zextên zihniyeta mêrê serdest de em nikarin biafirînin, nikarin bijîn û em nabin yên xwe. Ji bo wekheviya her kesî û parastina mafê jiyanê Peymana Stenbolê girîng e.

Nivîskar û Helbestvanên jin di dawiya danezanê de bang li hikmeta Tirk kir ku dev ji nîqaşên derbarê dest werdana Stenbolê de berde.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv