Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîŞîrove

17:45 Şîroveya Hefteyê 04.08.2020

 

Şîrove/Gulistan Çiya Îke

Ji Dengê Kurdistanê êvar baş!.

Em bi şîroveya heftiyê li pêşberî we ne.

Bînerên hêja;

Dewleta Tirk êrişî her devera Başûrê Kurdistanê dike.

Li Başûrê Kurdistanê kûrahî û berfirehiya ku li ser êriş nekir nema.

Êrişî herêmên ji Hewlêrê dûrtir kir. Ev rewşek ciddî ye.

Ku dewleta Tirk êrişî her devera Başûr dike, bi dehan baregehên wê li Başûr hene, MÎT li Başûrê Kurdistanê serbest digere, ma mirov dikare bêje Başûrê Kurdistanê azad e?.

Erê, destkeftiyên Kurdan hene; lê Başûrê Kurdistanê ne azad e.

Di Kurdistana ne azad de her demê talokeya windakirina qezencên di dest heye.

Nêrîna ku Lozana sînorên Tirkiyeya niha xêz kirî binkeftî dibîne delîlê vekirî yê vê ye.

Dema dibêjin Lozan têkçûne, esas dixwazin bêjin Rojava û Başûr ji derveyî sînorên Tirkiyeya niha maye.

Dixwazin van beşan jî mîna Bakur dagir bikin, veguherînin qada berfirehbûna netewbûna Tirk.

Erdogan berî sê çar rojan got dinava demek kurt de emê ‘zeferên nû’ bi bidest bixin.

Ev tê wateya dagirkirina herêmên nû li Iraq û Sûriyê.

Xuyaye ti kes nikare çavên xwe li vê rewşê bigire.

Ji ber nebûna yekîtiya Kurdan Erdogan wisa çavsor û êrişkar diaxive.

Eger li Başûr hêzên siyasî yek bin; li dijî dagirkirina Tirkiyê rawestin, ma Erdogan dikare wisa baxive?.

Ma heta niha kengê we dîtiye hikûmeta Başûr û hevkarê mezin yê hikûmetê PDK li dijî dagirkeriya Tirkiyê rabûyî?.

Ma we bihîst ku gotine bila Tirkiye êrişan rawestîne, leşkerên xwe vekêşe?.

Dijberî vê, baregehên Tirkiyê yên leşkerî li hemberî nerazîbûna gel diparêzin.

Niha PDK jî lawaz bûye. Ji ber ku yekîtiya netewî tine ye.

Bêy hebûna yekîtiya netewî dijderketina dagirkeriya Tirk ne hêsan e.

Ji ber bêy hebûna yekîtiya netewî, bêy helwesta hevbeş kes nikare pêşiya êrişên Tirkiyê bigire.

Hem ji bo parastina destkeftiyên li Başûr, hem jî hemû beşên Kurdistanê yekîtiya netewî şert e.

Parastina destkeftiyên li Başûr berpirsyariya hemû partiyên siyasî, saziyên demokratîk û gel tevî ye.

Ji bo qezenckirin û parastina azadî û demokrasiyê li beşên Kurdistanê hemû yekîtiya netewî şert e.

Polîtîkaya demokratîk a netewî jî wisa dibe.

An jî filan û bêvan hêza herêmî dê ji rewşa parçeyî ya Kurdan feyde bibîne û her cure êrişê pêk bîne.

Hetta ji bo bi her rengî êriş bike, ji bo yekîtiya Kurdan asteng bike, dê her rê û rêbazê biceribîne.

Herî zêde jî dê polîtîkaya şekir û qamçî bi kar bîne.

Dewleta Tirk êrişên li her deverê çawa pêk tîne?.

Dibêje ez ne li dijî Kurdan, li dijî filan terorîsta me.

Vê jî disipêre peywendiya xwe ya baş ya bi filan û bêvan partiya Kurd re.

Dewleta Tirk ku pêşengê dijminahiya Kurdan e ji ber çi vê dibêje?.

Ji ber ku yekîtiya netewî tine ye.

Eger Kurd yekîtiya navxweyî pêk bînin, dewleta Tirk nikare bahaneyek wisa bide pêş.

Ji xwe dewletên li dijî Kurdan polîtîkayên qirkirinê pêk tînin her dem tekoşerên dijberî xwe wekî eşkiya, anarşîst, cihêkar û terorîst binav dikin.

Enceq bi yekîtiya netewî mirov dikare pêşiya van vegotinên şerê taybet yê dagirker û qirkeran bigire.

Gelê Kurdistanê hemû û gelê Başûr jî yekîtiya netewî dixwaze.

Gelê Başûr jî bawer dike ji bo parastina destkeftiyan yekîtiya netewî şerte.

Dîsa bawer dike li beşên din yên Kurdistanê eger tekoşîna azadî û demokrasiyê xurt be, dê qezencên Başûr jî bên parastin.

Ji ber vê jî tekoşîna gelê Bakur û tekoşîna gerîla ya berfireh giring dibîne û destek dike.

Berxwedana li Heftenîn û herêmên parastina Medya wekî berxwedan û tekoşîna parastina Başûr dibîne û xwedî lê derdikeve.

Gelê Başûr û Bakur pir baş xwedî li berxwedana Rojava derket.

Ji ber ku berxwedana Rojava jî wekî berxwedana Kurdan hemû dibînin.

Gel wisa difikire ku dê destkeftiyên Başûr jî wiha werin parastin.

Êrişa dewleta Tirk li dijî Heftenînê gaveke ji tevgera dagirkirina Başûr e.

Ev jî yekîtiya netewî bi lez ferz dike.

Ku yekîtiya netewî pêk neyê, dewleta Tirk dê vê rewşê bi kar bîne.

Bi hêcetên cuda, di konjonktur û demek musaîd de wê Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike.

Ji xwe wan ti carî ev rastî înkar nekirin. Helwesta wan ya di referanduma 2017’an de nayê jibîrkirin.

Gotin Kerkûk bajarê Tirka ye, ev jî nehat jibîrkirin.

Di her firsetê de qeydên mal û milkê Kurdan li Kerkûkê dişewitînin û dibêjin Kurd li wir kêm in.

Ya rastî bi vî rengî bahaneyên dagirkirina Başûr tînin ziman.

Ku Kurd yekîtiya netewî çênekin, di demek ne dûr nêz de, wê poşman bibin.

Lê dibêjin ti feydeya poşmaniya kêliyên dawî tine ye.

Bi vê têgehiştinê hunermend û rewşenbîrên Kurd xebatek giring dabûn destpêkirin.

Ev xebat gelek giringe, divê were berfirehkirin û dewam bike.

Dîsa lazime her beşa civakê destekê bide xebatên wiha.

Em weke welatparêzên Kurd li ser vî bingehî divê banga pêkanîna yekîtiyê bikin.

Bang ji bo me tevan ev e; li dijî polîtîkayên qirkirinê û dagirkeriyê divê sekna me bi helwesta yekîtiya netewî be.

Ev bang banga gelê Kurde, banga rewşenbîr, hunermend, jin, ciwan û dostên Kurd tevî ye.

Bi hêviya demildest yekîtiya netewî pêk were û bibe bend li pêşiya êrişên qirkirin û dagirkeriyê…

Êvar baş!.

Ev jî hatin dîtin

19:43 Şirove

Stêrk Tv

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv