Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Şîrove

17:45 Şirove-07.09.2020

 

 

Gulîstan Çiya Îke

Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêşketinên berbiçav û giring çêdibin.

Dîsa daxuyaniyên wisa tên dayîn ku hin têkiliyên qirêj radixin ber çavan.

Bi taybet daxuyaniyên hin rayedarên Emerîkî dikin, pir balkêş û seyr in.

Pêşî bi daxuyaniya rayedarekî Emerîkî me bihîst, ku divê Tirkiye, Iraq û rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi hevre PKK’ê bê bandor bikin.

Piştre jî hat hînbûn, rayedarên Emerîkî ji endamên partiyên Başûr re jî ev daxwaza xwe yekser ragihandin e.

Piştî vê pêşniyara Emerîka ya ji bo tinekirin û tasfiyekirina PKK’ê dewleta Tirk dest bi tevgera dagirkirina Heftenînê dike.

Hewl dide vê tevgera dagirkirinê belavî qadên gerîla hemû bike.

Piştî êrişa dewleta Tirk ya li ser Heftenînê, rêveberiya PDK’ê bang li hêzên leşkerî yên Iraqê dike ku were qadên gerîla.

Piştî vê bangê yekîneyên sînor li hin deveran bi cih dibin.

Pêşmergeyên PDK’ê jî vê rewşê wekî perdeyekê bi kar tînin û dixwazin di bin vê perdeyê de hêzên leşkerî veguhêzin.

Ev hemû dibe pêkhatina daxwaza Emerîka ya bila Tirkiye, Iraq û rêveberiya herêmê bi hevre PKK’ê tine bikin.

Bi vî awayî daxuyaniya hevserokatiya desteya rêvebera a KCK’ê ya 23’ê Tebaxê ya PDK li gel dewleta Tirk dinava tevgera tinekirina PKK’ê de cih digire, piştras dibe.

Dîsa tespîta, dixwazin Iraqê jî bikişînin nava pîlana tinekirinê, di pratîkê de pêk tê. ***

Beriya demek kurt dîsa rayedarek Emerîkî bi daxuyaniyekê got, divê Iraq, Tirkiye û PDK li Şengalê çareseriyek sivîl pêş bixin.

Ev daxuyanî jî dibe versiyonek din ya pêşniyara bila dewleta Tirk, Iraq û PDK bi hevre PKK’ê bê bandor bikin.

Dema em bala xwe bidin bandora Emerîka ya li ser PDK, dewleta Tirk û Iraqê, diyare ev dê tenê di gotinê de nemîne.

Lewre niha ev pîlan pêk tê.

Dewleta Tirk û PDK ji xwe tinekirina PKK’ê dixwazin.

Ji ber ku dibin bandora Emerîkayê de ye, Iraq jî tevlî vê pîlanê dibe.

Ji xwe Emerîkayê bi caran got divê PKK were bêbandorkirin.

Êrişên dewleta Tirk yên li dijî tevgera azadiyê li her deverê destek dike.

Li aliyê din soz daye dewleta Tirk ku li Rojava bandora PKK’ê ji holê rake.

Ji xwe herkes dibîne ku di nava hewledana vê de ye.***

Di pîlana tasfiyeyê de hêza herî li pêş tê dîtin dewleta Tirk e.

Ji ber ku 40 sale PKK û dewleta Tirk şer dikin, ev normal tê dîtin.

Lê dewleta Tirk, di êrişê de ne bi tenê ye.

PDK bi daxuyanî, helwest û pêngavên davêje eşkere nîşan dide ku di nava vê pîlanê de ye.

Vê jî bi rêya dorpêça herêmên gerîla, rewakirin û teşwîqa êrişên dewleta Tirk dike.

Di êrişa tasfiyeyê de hêzên çalak dewleta Tirk û PDK ne, Iraq jî bi yekîneyên sînor beşdar dibe.

Bi daxuyaniyên dide jî ji êrişên dewleta Tirk û hevkariya dewleta Tirk-PDK’ê re bingehê rewabûna hiqûqî amade dike.

Ya rasttir di vê konsepta êrişê de rolek wisa yê rewakirina hiqûqî ji bo Iraqê hatiye dayîn. ***

PDK, pir baş dizane li çar beşên Kurdistanê û li her cihê dinyayê di nava Kurdan de bandora PKK’ê bi hêz e.

Di nava Kurdan de hezkirin û sempatiya ji bo PKK’ê mezin e.

Gelê Kurd baş dizane PKK’ê gelek tişt bi Kurdan da qezenckirin.

Ji ber vê sebebê gelê Kurd li her helwest û hêza siyasî ya zirarê bide PKK’ê bi çavek baş nanêre.

Ji ber ku PDK vê dizane, di pîlana tinekirinê de ji bo desteka gelê Kurd û hêzên siyasî bigire; yan jî ji bo li dijîderketina vê polîtîkaya tasfiyeyê asteng bike, serî li derewa PKK statuya me nasnake dide.

Wisa hewl dide, pîlana tasfiyeyê ku bi dewleta Tirk re hevbeş dimeşîne, binûxême.

Êrişên dewleta Tirk bi vî rengî normalîze dike.

Li şûna ku li dijî dijminatî û êrişên dewleta Tirk rabe, ji bo gerîla ji qadên 40 sale lê ye bê derxistin, destekê dide dewleta Tirk.***

Bi caran hat îspatkirin, li hemberî her êrişa li ser Başûrê Kurdistanê li eniya herî pêş gerîla cih girtiye û li ber rabûye.

Heta li dijî êrişên li ser statûya Başûrê Kurdistanê li herî pêş û herî zêde gerîlla li ber xwe da ye.

Bi wêrekiya xwe hiştiye ku pêşmerge li ber xwe bide.

Di serî de gelê Başûrê Kurdistanê, gelê Kurdistanê hemû şahide ku dema êriş li ser Hewlêrê, Kerkûkê û Şengalê çêbûn, gerîla wekî berê xwe bide govendê, bazda eniya şer.

Xwe gihand hewara gel û rûmeta Kurdistanê parast.

Ew xwidayên zalim yên di mîtolojiyê de jî nikarin vê rastiyê înkar bikin û nebînin.

Ji xwe di roja me de her tişt bi kamerayan tê qeyîtkirin. ***

PDK, li hemberî daxuyaniyên KCK’ê daxuyaniyek nedaye.

Tenê bi navê saziyek ku heta niha navê wê nehatibû bihîstin, daxuyaniyek hat dayîn ku ji serî heta binî xebername û bi derewên kirêt dagirkirtî bû.

Di esil de bi vê daxuyaniyê zelal bû ku derbarê PKK’ê de PDK di nava pîlanek tasfiyeyê de ye. ***

Ew PDK ya ku daxuyaniyek wiha dide an jî vê daxuyaniyê erê dike, dikare ji bo tinekirina PKK’ê di nava her pîlana qirêj de jî cih bigire.

Ji xwe bi taybet êriş û helwestên derbarê PKK’ê de delîlên herî vekirî yên vê yekê ne.***

Li ser rûyê dinyayê hêzek siyasî ku nizane dewleta Tirk dijminê Kurda ye nemaye.

Hûn dixwazin li Rojhilata Navîn, dixwazin li Ewrupa an jî quncikek din ya cîhanê ji mirovek piçekê xwedî têgehiştina siyasî an jî dewleta Tirk nas dike bipirsîn ka nêzîkatiya dewleta Tirk ya ji bo Kurdan çiye, bê dudilî dê bêje dewleta Tirk dijminê Kurda ye.

Vêca hêza siyasî ya ku ev dewlet herî zêde pê re lihev jî PDK ye ku dibêje ez pariyek Kurd im.

Delîlê vekirî yê cihgirtina PDK’ê di nava tasfiyeya PKK’ê de jî, helwesta PDK’ê ya piştî banga rayedarê Emerîkî ye.

Gelê Kurd û hêzên wî yên siyasî, lazime vê pîlana tasfiyeya PKK’ê ya PDK di nav de ye û dê zirarê bide gelê Kurdistanê û Kurdan hemû lawaz bixe, bibîne.

Gelê Kurd û hêzên siyasî divê bi helwestên xwe, li dijî vî rol û rista nebixêr ya PDK’ê rabin.

Ev pîlana tasfiyeyê ku dê li her derê ji Kurdan re qirkirinê bi xwe re bîne, divê pûç bikin.

Bi hêviya afirandina hişmendiyek wisa ku ti partî û tevgerek Kurd bi dijminên Kurdan re li dijî tevgerek siyasî ya Kurd nekeve nava helwesta hevbeş..

Êvarbaş!.

Ev jî hatin dîtin

19:43 Şirove

Stêrk Tv

17:43 Şirove 03.05.2022

Stêrk Tv

17:43 Şirove 25.04.2022

Stêrk Tv

17:43 Şirove 12.04.2022

Stêrk Tv

16:45 Şirove 21.03.2022

Stêrk Tv

16:45 Şirove 28.02.2022

Stêrk Tv