Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

17:45 Şîroveya Hefteyê

 

Gulistan Îke

 

Ji dengê Kurdistanê Stêrk Tv êvar baş!.

Em bi şîroveya heftiyê li pêşberî we ne.

Bînerên hêja;

Dewleta Tirk tevgera dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi êrişa li ser Heftînê didomîne. Li dijî van êrişan gerîla canbexşane li ber xwe dide. Jimara kuştî û bîrîndarên dewleta Tirk zêde ne. Eşkereye dewleta Tirk di şerê li Heftenînê de winda dike. Lê di êrişa dagirkirina Başûrê Kurdistanê de bi israr e.

Tê fêhmkirin ku hêzên van êrişan erê dikin û destek dikin hene. Demên dawî dewleta Iraqê zêdetir li dij derdikeve. Enceq hêzên ku esas dê helwesta wan bi bandor be Emerîka û rêveberiya Başûrê Kurdistanê di vê mijarê dijderketinek ciddî raber nekirin.

Dema em dibêjin rêveberiya Başûr em behsa helwesta PDK’ê dikin. PDK gok avêt ber lingê rêveberiya Bexdayê. Bi vî awayî hewl dide ji berpirsyariyê bireve. Demên berê kengê derbarê Başûrê Kurdistanê de rewşek heba PDK xwe dida pêş.

Lê vê carê dibêje Iraq berpirse. PDK ku nedixwest Iraq têkelî mijarên derbarê Başûrê Kurdistanê de bibe, niha dibêje bila Iraq sînoran biparêze. Esil dixwaze bêje bila gerîlla ji wan herêman bê derxistin. Tişta ku bi xwe nikare bike, davêje ser stuyê Iraqê.

Herhal dixwaze Iraq û PKK’ê bîne dijberî hev, piştre jî tevlî pîlana ji herêmê derxistina gerîlla bibe. Ya rasttir armanca wê ew e, ji êrişên dewleta Tirk bi vî rengî sudê bigire.

Dikare bê pirsîn çima ev rewş wiha tê şîrovekirin?. Hun zanin şandeyek parlemena Başûrê Kurdistanê ji bo di cih de lêkolîna êrişên dewleta Tirk li dijî Heftenînê pêk bîne çû herêmê. Endamê şandeyê yê PDK’yî hin gotin kirin.

Gotinên wî hebûna pîlanek wiha tîne hişê mirov. Endamê şandeyê yê PDK’yî dibêje êrişên dewleta Tirk zirar û ziyan daye gundan û gelek gund hatine valakirin. Ji bo êrişên dewleta Tirk hebûna PKK’ê mîna hêcet nîşan dide. Dibêje li gorî hiqûqa navnetewî divê Iraqê vê meselê çareser bike.

Dîsa heman endamê şandeyê yê PDK’yî dibêje jibo bi dewletên cîran Tirkiye û Îranê re pirsgirêk çûnebin, divê PKK û partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji herêmên lê ne derkevin. Di dewamê de tê xwestin parlemen vê meselê li gel PKK û partiyên Rojhilat baxive û çareser bike.

Gelo ev gotin tên çi wateyê?. Dixwazin parlemen û partiyên din yên Başûr bikin hevkarên pîlana dewleta Tirk û PDK ya salan ku her demê zext kirin ji bo gerîlla ji herêmê derkeve. Ya rast em ne bawerin parlemen û partiyên Başûrê Kurdistanê vê bipejirînin.

Ne pêkane endamên din yên şandeyê tevlî heman nêrîna endamê PDK’yî bibin. Ji ber ew rapora PDK difikire diyare pir talokeye. Ji xwe dijminên Kurdan jî dixwazin raporek wisa were nivîsandin.
Ku şande derbarê rewşê de bi vê nêrînê raporê amade bike, dê wê demê êrişên duh, îro û sibe yên dewleta Tirk hemû rewa bibin. Dê berê êrişên wisa vebe.

Dewleta Tirk jî dê bêje Kurdên Başûr min mafdar dibînin û êrişên xwe zêde bike. Lewma nivîsandina raporek wisa dê bibe xiyanet li gelê Kurd.

Ya herî xirab ew e, bi navê parlemenê raporek bê amadekirin ku têde PKK û gerîlla mîna sedema êrişên dewleta Tirk tên nîşandan, ev tê wateya şerê dinavbera Kurdan de. Tê wateya ragihandina şer li dijî gerîlla. Ev rewş dê şerekî li dijî gerîlla rewa bike. Dê bi vî rengî ji bo şerê dinavbera Kurdan de, ji bo ‘Birakujiyê’ kalanek wisa çêkin.

Beriya parlemen û hikûmeta Başûr hebe li çiyayên Kurdistanê hemûyan gerîlla hebû. Heta ger li Başûrê Kurdistanê qezenc hene, statuyek bi dest ketiye bi saya hebûna gerîlla li wan herêman e ku niha dixwazên jê derxin. Qezencên Başûr bi qasî gelê Başûr, encama ked û tekoşîna li çar aliyên welat e.

Bandora tekoşîna siyasî û civakî ya li seranserê welat û para wê bê nîqaş e. Nabe ku ev rastî neyên dîtin.
Ti kes, hele ti sazî û dezgehek Kurd nikare bêje sebeba êrişên dewleta Tirk PKK û gerîlla ye. Dijberî wê PKK û gerîlla li dijî dewleta Tirk ku dixwaze qezencên Kurdan hemû têk bibe û Kurdan tine bike, li ber xwe dide. Gerîlla li dijî dagirkirina Başûrê welat li ber xwe dide.

Ji vî alî ve, mîna ku endamê komîteya rêveber a PKK’ê Duran Kalkan jî bang kirî, divê pêşmerge biçe li kêleka gerîla, di heman sengerê de li dijî dagirkeran şer bike û li ber xwe bide.

Divê em jî wekî deng û wijdana gel bang li şandeya çûyî herêma Heftenînê û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê bikin; ti tiştekî ku dagirkerî û êrişên dewleta Tirk rewa bike, qebûl nekin. Li dijî wan bahaneyên pîlankirî derkevin ku dê bibin sebeba şerê dinavbera Kurdan de.

Destûr nedin rêya êrişên dijminên Kurdan firehtir bibe. Lewma em bawerin piraniya parlemenê dê raporek ku PKK hêceta êrişan nîşan bide, qebul neke. Lê divê hin endamên PDK’ê jî dev ji gotinên di vî derbarî de berdin.
Şandeya lêkolîna êrişên dewleta Tirk yên li ser Heftenînê, divê eşkere bike armanca êrişan dagirkeriye.

Divê bê gotin bi van êrişan dewleta Tirk zirarek mezin dide can û malê gel. Divê bang li gelê Kurd hemû, Iraq û hêzên navnetewî bangî helwestgirtina li dijî êrişên Tirkiyê bike.

Wê demê dê helweta netewî ya tê xwestin bi navê parlemena Başûrê Kurdistanê xwe nîşan bide. Hêvî ji parlemen û rêveberiya Başûrê Kurdistanê ev e.

Bi hêviya ti hêz û partiyek siyasî ya Kurd dê destûrê nede helwestek ku êrişên dewleta Tirk rewa dike û rê li birakujiyê vedike…

Êvar baş!.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv