1’Ê MIJDARÊ ROJA KOBANÊ A CÎHANÊ
LEHENGÊ BERXWEDANA KOBANÊ VEDIBEJE
Sibê Roja Kobanî ya Cihanê ye.
Ev bajarê piçûk yê Rojavayê Kurdistanê ku heta beriya çend salan kesek navê wê nizanibû, bi berwxwedaneke destanî, bi cesareta keç û xortên kurdan, bi ruhê netewî yê kurdan, bû cihê destpêka têkçûna DAIŞê.
Ew Çeteyên ku Musul û gelek bajarên Rojhilata Navin di çend saetan de dagirkiribûn, li Kobanê asê mabûn.
Bi xêra berxwedana Kobanî doza mafdar ya gelê Kurd bêtir ket rojeva cihanê.
Bi xêra Kobanê, hêzên koalisyona Navnetewî lehengiya keç û xortên kurdan firq kirin û di tekoşîna li dijî DAIŞÊ de neçar man bi wan re tifaqê çêbikin.
Bi xêra Kobanî ne tenê Rojava Kurdistanê temamiya Suriyê ji xeteriya DAIşê azad bû.
Berxwedana li Kobanê ji bo hemû gelên aşitîxwaz û şoreşger jî bû çavkaniya hêvî û ilhamê.
Lewma ji bo bîranîna vê rojê û berxwedanê 1’ê Mijdarê wek Roja Cîhanê ya Kobanê hat destnîşankirin.
Di salegera 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de em biçin Kobanê û li rapora hevala me Sîlva Hec Elî mezekin.