20 KARKER Û CIWANÊN MEXMÛRÊ JI ALIYÊ PDK’Ê VE HATINE GIRTIN
MALBATAN BANGA BERDANA ZAROKÊN XWE KIRIN: EV ŞERM Û RÛREŞIYEK E
Li gel ambargoya li ser wargeha penaberan a şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê:
Zêdetirî 20 karker û xwendekarên Mexmûrê jî aliyê asayîşa PDK’ê ve hatine girtin û agahî gelek ji wan nayê girtin.
Malbatên ku zarokên wan ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin ji ajansa Rojnewsê axivîn û banga berdana wan kirin.
Bavê Eşref Korhan yê 26’ê Îlonê ve girtiye Qodbedîn Korhan vê yekê wek şermekê mezin bi nav dike û wiha dibêje.
Xurbet Tunç jî ev 23 rojin ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatiya girtin.
Bavê Xurbet, Mihemet Tunç jî nerazîbûna xwe anî ziman.