TEVGERA QIRKIRINA SIYASÎ LI DIJÎ HDP’Ê
20 SIYASETMEDAR DERXISTIN DADGERIYÊ
20 HDP’yîyên ku 25’ê Îlonê di tevgera qirkirina siyasî de hatbûn binçavkirin, derxistin dozgeriyê.
Polîsan ketin û derketina korîdora ku siyasetmedar lê bûn qedexe kirin.
Ev dîmen ji dadgeriya Enqerê hatiye kişandin.
Polîsên ku dor li dadgeriyê û korîdora ku HDP’yê lê bûn girtine û nahêlin kes derbas bibe.
Her wiha kesên ku nerazîbûn nîşan dan jî bi “girtina binçavan” tehdîd kirin.
Îfadeya siyasetmedaran a li dozgeriya Tirk dewam dike.
Navê kesên ku derxistine dozgeriyê ev in:
Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, Endamê Desteya Rêveber a HDP’ê Alp Altinors, Endamê Komîsyona Têkiliyê Derve Nazmî Gur, Parlamentera Berê ya HDP’ê Ayla Akat Aka, Hevseroka DBP’ê ya Berê Emîne Ayna, Endamê Şandeya Îmrali Sirri Sureyya Onder, Endamên berê yên Desteya Rêveber a HDP’ê Bîrcan Yorûlmaz, Gulfer Akkaya, Berfîn Ozgu Kose, Dîlek Yagli, Can Memîş, Gunay Kubîlay, Bulent Parmaksız, Pervîn Odûncû, Îsmaîl Şengun û Cîhan Erdal, Hesêbgirê giştî yê berê Zekî Çelîk, Endamê HDP’ê li RETUK Alî Urkut û parlamentera Berê Prof. Dr. Emine Beyza Ustun.
Dozgeriyê îfadeya 14 kesên ku li navenda polîs mafê îfadenedanê bikar anîne jî digire.