Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

Koma Berxwedana derbarê Êrişên Tirkiyê li ser Rojava de daxuyanî da

Koma Berxwedan der barê êrîşên dagirkeriyê yên dijî Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku Şoreşa Rojava ji aliyê gelê Kurd, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şoreşgerên enternasyonalîst bi salane têkoşîneke bêheman dimeşîne û hate gotin, Bi vê têkoşînê re destketî hatine afirandin.”

 

Koma Berxwedan ragihand ku Şoreşa Rojava li dijî zîhniyeta barbar a tarî ya serdema navîn bi ser ketiye, ya ku bi ser ketiye nirxen mirovahiyê, gelên dinyayê ye û bi berxwedana destanî mirovahî hatiye parastin.

 

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku şefê nixumandî yê DAÎŞ’ê Erdogan bi rengekî eşkere dest bi qirkirina Kurdan kiriye û hate gotin, “Dewletên dinyayê yekser an jî neyekser piştevaniya Erdogan bikin jî wijdanê mirovahiyê li her devera dinyayê bi hêzên QSD, YPG û YPJ’ê re ye. Dilê mirovahiya pêşverû hemû bi gelên Rojava re lê dide.”

 

 

Koma Berxwedan destnîşan kir ku nirxên hatine afirandin roj bi roj mezintir dibin, dibin hêviya gelan û diyar kir, “Ev hêvî dîktatoran û netewe-dewletên yekperest ditirsîne, lewma êrîş dikin.

 

 

Halbûkî hemû mirovên bedew ên dinyayê, humanîst, sosyalîst, hawirdorparêz, demokrat, femînîst, her kesên alîgirê mirovahiyê êrîşên li dijî Şoreşa Rojava şermezar dikin û li dij radiwestin. Em zanin ku kes nikare vê berxwedanê, vê yekîtiya hêzê ya gelan têk bibe.

 

 

Her çend zilmeke giran bikin, komkujiyan bikin, sûcên şer bikin jî wê nikaribin rûmeta mirovahiyê bitirsînin û bitepisînin.

Di vê pêvajoya girîng de li gel piştevaniya gelên dinyayê her wiha gelekî girînge ku Kurd di nava xwe de li hev bikin û li dijî dijminê hevpar bibin yek.

 

 

Hewldanên di vê çarçoveyê de tên kirin me û gelê me kêfxweş dikin, hêza

bexwedanê xurtir dikin.

Berdêla xwe giran jî be divê were zanîn ku di şeva herî tarî de roj hiltê.”

 

 

Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku dengê gel bilind bikin û tevlî têkoşînê bibin.

Koma Berxwedan destnîşan kir ku azadî û serketin wê ya berxwedêran be.

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

7.00 Sterka Sibe 26.01.2022

Stêrk Tv

Rêber Apo: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Stêrk Tv

Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike

Stêrk Tv

لە هۆڵەندا ئاهەنگی کلتوری و هونەری کوردی ناونەتەوەیی بەڕێوەچوو

Stêrk Tv

18:45 Cenga Xabûr – Bager Başkale 22.09.2021

Stêrk Tv