Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

Meclisa Şengalê êrişên balefirên Tirkiyê li ser Şengalê şermezar

Di daxuyaniya Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) de hate bibîrxistin ku bombebarana  îro ya ku bi balafirên şer ên bêmirov hatin kirin, êrişa sêyemîn e ku di nava vê mehê de li dijî Şengalê tê kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Erdoganê dîktator û pergala faşîzmê ya Tirkiyeyê di nava mehekê de 3 caran herêma Şengalê bomberdûman kir. Civaka me ya Êzidî û saziyên me divê baş bizanibin ku DAIŞ projeya Erdoganê dîktator û hêzên navdewletî bû.

Civaka Êzidî bi berxwedana xwe DAIŞ ji Şengalê paqij kir. Civaka Êzidî bi derfetên xwe Pergala Demokrasiya Konfederal ava kir û gelê me vegeriyan ser axa xwe ya pîroz. Sazî û rêxistinên Êzidiyan divê baş bizanibin ku êrîşên li ser Êzidiyuan li ser rûmet û hebûna Êzidiyan e.

Em van êrîşan bi tundî şermezar kirin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û Parlemontoya Ewropayê dikin ku bila van êrîşên hovane yên li ser gelê me rawestînin. Divê qada asîmanî ya Şengalê ji balefiran re were qedexekirin. Em bang li Yekîtiya Ewropayê dikin ku bila biryara xwe ya di 4’ê Tîrmeha 2018’an de ya li ser Şengalê têxe pratîkê.

Em bang li hemû sazî û rêxistinên Êzidiyan dikin ku, bila li hemberî van êrîşan bi ruhê seferberiyê têkevin nav liv û tevgerê.”

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

7.00 Sterka Sibe 26.01.2022

Stêrk Tv

Rêber Apo: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Stêrk Tv

Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike

Stêrk Tv

لە هۆڵەندا ئاهەنگی کلتوری و هونەری کوردی ناونەتەوەیی بەڕێوەچوو

Stêrk Tv

18:45 Cenga Xabûr – Bager Başkale 22.09.2021

Stêrk Tv