Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CivakîNûçeyên Dawî

32 salvegera Komkûjiya Helebçe

 

Îro salvegera qirkirina Helebçe ye.

32 SAL DERBAS BÛN, LÊ BIRÎN Û ÊŞA WÊ WEKÎ ÎRO YE!

Qirkirina Helebçe yek ji qirkirina herî bi hov ya dîroka nêz e.

Ji ber felaketa vîrusa Coronayê, li Helebçe bîranînên girseyî pêk nayên.

Lê belê deverên derfet  hene, wê merasim pêk werin.

Deverên derfet tinebe jî, kurdistanî yek bi yek jî, wan şehîdên qirkirina hov bi bîr tîn in.

32 SAL DERBAS BÛN, LÊ BIRÎN Û ÊŞA WÊ WEKÎ ÎRO YE!

Helebçe bajarê şehîdan.

Bajarê qirkirina herî hov ya dîroka nêz ya li cîhanê.

Zêdetirî 5 hezar zarok, kal û mîr, jin û mêr, di  nava 2 saetan de şehîd bûn.

Yê ev qirkirin pêk anî, Sadam  Huseyîn bû.

Sadam Huseyîn ê doh, Tayîp Erdogan ê îro ye.

Doh Sadam  Huseyîn Kurd qetil dikirin, îro Tayîp Erdogan dikuje.

Sadam Huseyîn hesabê vê qirkirinê nedabe jî, çend mehên dawî yên emrê xwe bi tirs derbas kirin.

Emrê xwe di qulikan de derbas kir.

Îro salvegera wê qirkirinê ye.

Di ser wê re 32 sal derbas bûn, lê belê birîn û êşa wê wekî îro ye.

Kurdistanî wê felekata mêtîngeran ji bîr nakin.

Her sal di serî de Helebçe, li hemû deveran bi hêrseke mezin şehîdan bi bîr tîn in.

Bi hêrseke mezin soza pêkanîna xeyalên şehîdan a Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk didin.

Îsal ji ber felaketa vîrusa Coronayê, li Helebçe derketina kolanan qedexe ye.

Ji ber vê jî, wê wekî her sal, li Helebçe bîr anîn pêk neyê.

Lê belê wê deverên din ên derfet hebin, şehîdên Helebçê werin bi bîr anîn.

Ne girseyî be jî û ne merasim be jî, Kurdistanî şehîdên Helebçeyê tînin ziman.

Bi hêrseke mezin dagirkeran û mêtîngeran nalet dikin.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv