Greva birçîbûnê ya li zindanan mehek li pey xwe hişt.
Girtiyên ji doza PKK-PAJK’ê 32 rojin ji bo azadiya Rêber Apo di nava berxwedanê de ne.
Şîvekar Ataş ji zindanê peyam şand, ji herkesî xwest tevlî berxwedana wan bibin.
Ji ber, heta Rêber Apo bi fizîkî Azad nebe ewê dest ji çalakiyê bernedin.
Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî jî 11 rojin ji bo piştgiriya berxwedana li zîndanan greva birçîbûnê dewam dike.
ŞÎVEKAR ATAŞ: HETA AZADIYA RÊBER APO WÊ ÇALAKIYA ME DEWAM BIKE
Girtiyên ji doza PKK-PAJK’ê ji 27’ê mijdarê ve ji bo azadiya Fizîkî ya Rêber Apo di greva birçîbûnê de ne.
Çalakiya girtiyan di roja 32’an de ye û koma 7’an greva birçîbûnê bi rêve dibin.
Ji zindana Bakirkoyê Şîvekar Ataş derbarê çalakiya xwe de peyam rêkir.
Şîvekar Ataş yek ji wan jinên berxwedarê ku 2018’an jî ji bo tecrîd bişke li zindana Sîncanê tevlî çalakiya birçîbûnê bibû.
Dayîka Şîvekar, Rabîa Ataş jî piştgirî da berxwedana li zîndanan û diyar kir, ewê bibin dengê çalakgeran.
SEMA YÎGÎT: BI TÊKOŞÎNÊ EM DIKARIN PÊŞÎ LI FAŞÎZMÊ BIGIRIN
Sema Yigît a di dema 12’ê îlonê de li zîndana Mamakê di greva birçîbûnê de maye derbarê berxwedana girtiayande axivî.
Sema Yîgît îşaret bi girîngiya hevgirtin û têkoşînê kir û wiha pêde çû.
Bi têkoşîna topyekûn emê encameke baş ji grevên birçîbûnê bigirin. têkoşîna demokratîk gel tîne cem hev.
Hem li hundir hem li derve zext heye. Bajaran talan dikin, mirovan mehkumê sê qurîşan dikin, Divê em ji
hatina cem hev netirsin. Encex bi têkoşînê em dikarin bigihin encamê, yan na, wê pêvajoyên dijwar dûbare bibin.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI MEXMURÊ 11 ROJ IN DEWAM DIKE
Bi pêşengiya meclisa Îştarê li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî jî ji, 18’ê kanûnê ve greva birçîbûnê heye.
Çalakî di roja 11’an de ye û ji aliyê koma 6’an ve tê birêvebirin.
Wesîle Gabarî ya di koma 5’an de cih girt bal kişand ser rihê berxwedanê û ji çalakgerên nû re serkeftin xwest.