Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
ÇalakîCiwanNûçeyên Dawî

Meşên ji bo azadiya Rêber Apo ber bi Strasbourgê ve didomin.

 

Meşên bi qêrîna azadiya Rêber Apo yên ber bi Strasbourgê ve didomin.

Baskê Franfurtê 4 roj û baskên Luksenbourg û Cenevê jî 2 roj li pey xwe hiştin.

BASKÊ CIWANAN DI ROJA 5. DE BER BI STRASBOURGÊ VE DIMEŞE

Baskê Ciwanan yê ji Frankfurtê ber bi Strasbourgê bi rê ketiye, 4 roj li pey xwe hiştin.

Meşvan doh ji bajarê Bensheîmê heta Manheîmê meşiyan.

Ciwanên şeva xwe li Bensheîmê derbas kir, vê sibe ji nû ve bi qîrîna azadiya Rêber Apo dest bi meşa xwe ya ber bi Strasbourgê ve kirin.

MEŞA BASKÊ ENTERNASYONALÎSTAN DI ROJA 3. DE YE

Baskê internasyonalîstan jî di roja dûyemîn de heta bajarê Fransa Thîonvîllê meşiyan.

Meşvanan li tevahiya rojê belavokên li ser fikr û felsefeya Rêber Apo belav kirin û ji bo azadiya wî piştgirî xwestin.

Enternasyonalîstên şeva xwe li Thîonvîllê derbas kir, wê îro jî heta bajarê Metzê bimeşin.

MEŞA BASKÊ CENEVÊ YA BER BI STRASBOURGÊ VE DI ROJA 3. DE YE

Baskê Cenevê ya ji rewşenbîr, hunermend, siyasetvan û nunerên saziyên Kurd pêk tê, roja dûyemîn heta Lozanê meşiyan.

Meşvanan li Lozanê li ber qesra lê parçekirina Kurdistanê hatibû îmzekirin mîtîng pêk anî.

Di mîtîngê de peyama xurtkirina têkoşîna ji bo azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê hate dayin.

Wê her sê bask di 15’ê sibatê de  di mîtînga mezin a li Strasbourgê de bigihêjin hev.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv