Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

Li Idlibê bi dehan leşkerên Tirk hatin kuştin

 

Balafirên şer ên Rûsya û rêjîma Sûrî doh bi dijwarî li bargeheke artêşa Tirk dan..

Li gorî encamên pêşî, di êrişê de 34 eskerên Tirk hatin kuştin, bi dehan esker jî birîndar bûn e..

Piştî vê êrişê, artêşa Tirk bi top û çekên giran êrişî çeperên hêzên rêjîma Sûrî kir..

Doh herêma Idlibê veguherî meydana şer û êrişên dijwar..

Pêşî danê sibê artêşa Tirk tevî çeteyên El Nusra êrişî artêşa Sûrî kirin..

Di encamê de bajarokê Seraqib û gundewarên wê, ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatin dagirkirin..

Berê êvarê jî artêşa Sûrî bi desteka balafirên şer ên Rûsyayê dest bi operasyoneke mezin kir..

Balafirên şer ên Rûsya û artêşa Sûrî li derdora herêma Belyûn a dikeve Başûrê Idlibê, baregeheke artêşa Tirk bombardiman kirin..

Di encamê de nêzî 40 eskerên Tirk hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn..

Rêveberiya rêjîma Tirk jî li kuştina 33 eskerên xwe mukir hat..

Lê çavkaniyên nexweşxaneyên li Hatayê ragihandin ku hejmara eskerên hatine kuştin zêdetir e..

RÛSYA: ESKERÊN ARTÊŞA TIRK DI NAVA KOMÊN TERORÎST DE BÛN

Têkildarî êrişê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ev agahî parve kirin:

Li devera Belyûn, balafiran li navendên komên terorîst dan. Eskerên artêşa Tirk jî li wê herêmê cihê xwe di nava terorîstan de digrtin.

Wezareta Parastinê ya Rûs ragihand ku dewleta Tirk ji hebûna eskerên xwe ên li wê herêmê wan agahdar nekiribû..

 

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

7.00 Sterka Sibe 26.01.2022

Stêrk Tv

Rêber Apo: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Stêrk Tv

Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike

Stêrk Tv

لە هۆڵەندا ئاهەنگی کلتوری و هونەری کوردی ناونەتەوەیی بەڕێوەچوو

Stêrk Tv

18:45 Cenga Xabûr – Bager Başkale 22.09.2021

Stêrk Tv