Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

4 ciwanên Êzidî li kampên PDK’ê xwe kuştin 17.01.2021

 

LI KAMPAN XWEKUŞTINA JINAN ZÊDE DIBE
4 CIWANÊN ÊZÎDÎ LI KAMPÊN PDK’Ê XWE KUŞTIN

Ev çend rojin ji kampên li başûrê Kurdistanê ku xelkê Êzidî lê dimînin, agahiyên xwe kuştinê zêde bûne.

Herî dawî Selma Seyîd Îbo ya 15 salî xwe kuşt.

Selma Seyîd Îbo ya 15 salî li kampa Bêrsivê ya Zaxoyê dima.

Têkildarî sedema xwekuştina jina ciwan a 15 salî, agahî nehatin dayîn.

Heman rojê, ji Kampa Riwange ya Dihokê jî agahiya xwekuştina ciwanekî Êzidî hat.

Ciwanê Êzidî Şemo Bedel ê 20 salî xelkê Şingalê ye.

4’ê Çile jî dîsa 2 jinên Êzidî li kampan xwekuştin.

Elham Xelo ya 15 salî li kampa Şarya û Esmehan a 20 salî jî li kampa Dihokê dawî li jiyana xwe anîn

Her du kamp dibin desthilata PDK’ê de ne û bêyî destura wan, ketin û derketina ji kampan qedexe ye.

Ji ber vê yekê jî agahiyên zelal nayên bidestxistin.

LI KAMPAN XWEKUŞTINA JINAN ZÊDE DIBE
“BERSIVA HERÎ MEZIN JI BO XWEKUŞTINÊ VEGERA SER AXA XWE YE”

Têkildarî mijarê Endamên Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ Qasim Xwedêda ji Rojnewsê re axivî.

Qasim xwedêda sedema xwekuştina ciwanan a li kampan wek “ji neçariyê” destnîşan dike.

Endamê PADÊ Qasim Xwedêda, daxwaz dike ku çareyek were dîtin.

Endamê PADÊ Sileman Xelef jî li dijî buyerên xwekuştinan dibêje; çare vegera cih û warên xwe ye.

Silêman Xelef, wekî mînak jî vê pirsê dike; di nava kesên vedigerin ser axa xwe de çima xwekuştin nîne?

Endamê PADÊ Silêman Xelef vê bangê dike:

Bana min ewe ku hemû gelê me vegere ser axa xwe û Şengala xwe ava bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv