Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

4 karkerên ji Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan 17.01.2021

 

JI MEXMÛRÊ NÛÇEYA XEMBAR
4 KARKERAN JIYANA XWE JI DEST DA

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, ji ber dorgirtina ji aliyê hêzên PDK’ê ve, li cihê bajarên Kurdistanê şênî neçar dimînin berê xwe bidin bajarên Iraqê ji bo kar.

Bi taybetî jî paytexta Iraqê Bexda.

Serê sibê wesaîteke karkerên wargehê ya berê wê li Bexda bû, li ser rêya Şirgat û Bêcî ya Parêzgeha Selehedînê qeza kir.

Di encamê de 4 karkeran, Denîz Xelîl Denîz, Mehmûd Sîso Tagir, Hogir Mûsa Yûsûf û Cîhat Mihemed Mihê jiyana xwe ji dest da.

Ferhat Denîz Xelîl û Serbest Nazmî Ziyav jî birîndar bûn.

4 KARKERAN JIYANA XWE JI DEST DA
CENAZEYÊN 4 ŞEHÎDÊN KEDÊ BI GIRSEYÎ HATIN OXIRKIRIN

Şêniyên Wargehê bi gelek wesaîtan berê xwe dan cihê bûyerê, cenaze û birîndarên xwe rakirin.

Piştî nîvro cenazeyên 4 şehîdên kedê li Wargehê hatin pêşwazîkirin.

Û li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê ji bo wan merasîmek hat organîzekirin.

Malbatên şehîdên kedê jî malavahî li tevahiya şêniyên wargehê kirin, ji ber ku êşa wan parve kirin.

Piştî merasîma li vir, darbestên şehîdên kedê ber bi goristana wargehê ve hatin birin û li vir hatin veşartin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv