Komîteya Navendî ya PKK’ê bi rasthatina salvegera 42yemîn a damezrandinê, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Sala 43’yan a PKK’ê, wê bibe sala têkoşîna mezin û destketiyan, sala rûxandina faşîzma AKP-MHPê, şikandina pergala êşkence û tecrîdê ya Îmralî û bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk.
43 SALIYA PARTIYA KARKERÊN KURDISTANÊ
PKK: DI SERÎ DE LI RÊBER APO, LI HEVRÊYAN Û GELÊ ME HEMÛYÎ PÎROZ BE
Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Kurdistanê bi rasthatina 27’ê Mijdarê, salvegera 42. a damezrandina PKK’ê daxuyaniyek da.
Di serî de li Rêber Apo, PKK’ê salvegera damezrandinê li tevahiya hevrê, welatparêzên Kurdistanê û dostên xwe pîroz kir.
Di şexsê Hakî Karer, şehîdên sala 42yan Qasim Engîn, Leyla Agirî, Egîd Civyan, Amara Batman û Yilmaz Dersim de şehîdên têkoşîna azadiyê hemû bibîranîn.
Di daxuyaniya Komîteya Navendî ya PKK’ê de têkoşîna azadiyê ya jinê û pêşwazîkirina wê ya 25’ê Mijdarê jî hat bibîrxistin û berxwedana jinan a ji bo azadiyê hat silavkirin.
43 SALIYA PARTIYA KARKERÊN KURDISTANÊ
PKK: LI DIJÎ TEVGERA ME Û GELÊ ME PÎLANA TINEKIRIN Û TASFIYEKIRINÊ KIRIN DEWRÊ
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku PKK di sala 42yan de bûye hedefa pîlaneke tinekirin û tasfiyekirinê ya bi pêşengiya Amerîkayê, ku xwe dispêre tifaqa DYA-TC-PDK’ê:
Ev êriş li ser bingeha nûkirina komploya navneteweyî tê birêvebirin.
Vê êrişê li Bakur tinekirin, li Rojava û Başûr jî dagirkirin kiriye hedef.
Bi êrişê hatiye xwestin, ku rastiya Rêber Apo û PKK’ê were bêbandorkirin.
Hewl hatiye dayîn, ku Kurdîtiya azad were tinekirin û êrişa qirkirinê ya pîlana sed salî were biserxistin.
Ji bo vê yekê her cûre amûrên êrişê hatine bikaranîn, îtîfaqên berfireh hatine sazkirin û bi hovane serî li zext, zilm û komkujiyan dane.
43 SALIYA PARTIYA KARKERÊN KURDISTANÊ
PKK: BERXWEDANA RÊBER APO, TEVGERA ME Û GEL PÎLANA TINEKIRINÊ PÛÇ KIR
Di daxuyaniya Komîteya Navendî ya PKK’ê de berxwedana Rêber Apo, PKK, hêzên gerîla, tevgerên jin û ciwanan, gelê Kurd û dostên wî ya li dijî vê pîlana qirkirin û tinekirinê hat destnîşankirin:
Li ser stratejiya şerê gel ê şoreşgerî êrişên faşîst-qirker hatin şikandin û pîlanên tasfiye û tinekirinê hatin têkbirin.
Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê derbên giran li êrişkariya faşîst û qirker da û bû pêşenga vê berxwedanê.
Di daxuyaniya PKK’ê de hat destnîşankirin, ku weke tevger û gel bi vî rengî dikevin sala 43yan a têkoşînê û wiha hat gotin:
Ji bo pêşketin û mezinbûna pêngava me ya “Dem Dema Azadiyê ye” were astengkirin, îtîfaqa DYA-TC-PDK’ê “Peymana Şengalê” û tevgera hêzên PDK’ê li dijî gerîlayên me xistin dewrê.
Bi vê provokasyonê û bikaranîna hêzên PDK’ê dixwazin rê li ber pêngava me bigirin, faşîzma AKP-MHP’ê ji rûxandinê xilas bikin.
Lê zelal e, ku ev lîstik û hewldanên provokatîf hemû pûç in û wê encamê negirin.
Ji ber ku gerîlayên me yên qehreman li çiyayan, rêxistinên me yên jin û ciwanan bi çalakiyên li bajaran berê pêngava me dane serketinê.
Di daxuyaniya Komîteya Navendî ya PKK’ê de hat destnîşankirin, ku PKK wê bi pêngava şoreşger-demokratîk a di sala 43yan de faşzîma AKP-MHP’ê teqez birûxîne:
Ev hilweşîn wê bi pêşengiya partiya me, bi çalakiyên rojane yên gelê me, dostên me yên şoreşger-demokratîk xurtir bibe.
43 saliya PKK’ê wê bibe sala têkoşîna mezin û destketiyan, sala rûxandina faşîzma AKP-MHPê, şikandina pergala êşkence û tecrîdê ya Îmralî û bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk li Kurdistanê.
Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku bi awayekî çalaktir beşdarî pêngava berxwedanê ya “Dem Dema Azadiyê ye” bibin.