Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

48 endam û rêveberên ESP’ê hatin girtin 14.01.2021

 

LI DIJÎ SIYASETA DEMOKRATÎK QIRKIRINA SIYASÎ
48 ENDAM Û RÊVEBERÊN ESP’Ê HATIN BINÇAVKIRIN

Rejîma AKP-MHP’ê bi her awayî di siyaseta xwe de xitimiye.

Şefê rejîma tirk Erdogan çiqas dixitime ewqasî jî êrişî hêzên demokratîk dike.

Dixwaze bi van êrişan hem hinekî nefesê bistîne hem jî hêzên Tirkiyeyî yên destekê didin têkoşîna azadiya kurd bitirsîne.

Ji bo vê armanca xwe bibe serî talîmat daye polêsên xwe.

Polêsên hikûmeta tirk bi vê talîmatê li dijî ESP’ê qirrkirina siyasî kir.

Di nav de Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî heyî 48 kes hatine binçavkirin.

Di nav siyasedaran de nûçegihanê ajansa ETHA’yê Pinar Gayip û Endamê Meclisa HDP’ê Sitki Gungor jî hene.

Êrişên qirrkirina siyasî bi awayekî hemwext li Enqere, Îzmîr û Stenbolê bi ser avahiyên partî, weqf û malên siyasetmedaran girt.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin der barê 52 kesan de biryara binçavkirinê heye.

Polêsên hikûmeta tirk li navenda ESP’ê ya li Enqerê 4 saetan lêgerîn pêk aniye.

Li navça Îzmîr Bayrakliyê jî polêsan deriyê avahiya ESP’ê şikandine.

Dîsa siyasetmedar Asîl Benler dema li nexweşxaneyê emeliyat dibû polêsan hewl da ew bigre binçavan.

Siyasetmedarên hatine binçavkirin ev in;

Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş, Nûçegîhana ETHA’yê Pinar Gayip, Endamê Meclisa HDP’ê Sitki Gungor, Endama MYK’a SKM’ê Satiye Ok, Hevseroka ESP’ê Ezgî Bahçecî, Hevberdevka HDP’a Stenbolê Pinar Turk, Prz. Kamîl Agaoglu, Zindan Dorudemîr, Alev Ozkîraz, Ozan Ozgenler, Kerîm Altinmakas, Tuncay Kiliç, Ridvan Coşkun, Nesrîn Salduz, Kutay Soybîl, Efe Ozcan, Hakan Kafadar, Nazli Masatçi, Orçun Masatçi, Mehmet Kuçukgunaydin, Yunus Kara, Medîne Ça û Burak Yilmaz.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv