Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

50 senatorên amerikî name ji Biden re şandin: ‘Ji bo dawî li êrişên li ser Kurdan bîne, zextê li Erdogan bike’ 10.02.2021

 

50 SENATORÊN AMERÎKÎ NAME JI BIDEN RE ŞANDIN
“JI BO DAWÎ LI ÊRIŞÊN LI SER KURDAN BÎNE, ZEXTÊ LI ERDOGAN BIKE”

Senatorên Amerîkayê daxwaznameyeke ji bo kurdan girîng pêşkêşî serokdewletê Amerîka Jon Biden kirin..

Senatoran kiryarên dewleta Tirk ravekirin, û ji Biden xwestin dest werde siyaseta êrişbaz a dewleta tirk a li dijî kurdan..

Ji 100 senatorên Amerîkayê ji nîvî zêdetir îmzayê xwe danîn bin vê nameyê..

Name bi pêşengiya Ron Wayden ê ji Demokratan û Marko Rubio ê ji Komargeran hat amadekirin..

Senatoran helwesta şerxwaziyê ya Erdogan bibîr xistin, û siyseta şefê rejîma tirk bi van gotinan pênase kirin:

“Serokdewletê Tirk Recep Tayip Erdogan bi awayekî sîstematîk hejmareke mezin mixalif û rojnamevan avêtin zindanan.”

“Li dijî Kurdên Sûrî ku tevî Amerîkayê li dijî DAIŞ’ê şer kirin, Erdogan şerekî qirêj dimeşîne.”

“Divê Amerîka helwest nîşan bide û nehêle dewletek ku danustandina me pê re heye bi wî awayî tevbigere.”

Senatoran di nameyê de ji Biden daxwaz kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku hemû girtiyên siyasî jî berde..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv