Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîSîyasî

Kodar û PJAK’ê dest bi pêngava”Belê ji demokrasiyê re, Na ji darvekirinê re”kirin

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) û Partiya Jiyana Azad (PJAK) dest bi pêngava ‘Belê ji demokrasiyê re, na ji darvekirinê re” û bang li gelên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kirin, ku tevlî pêngavê bibin.

KODAR û PJAK’ê di çarçoveya pêngava Konseya Rêveber a KCK’ê de ya ji 12’yê Îlonê ve bi bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li her çar parçeyên Kurdistanê da destpê kirin, bi daxuyaniyek hevbeş pêngava ‘Belê ji demokrasiyê re, na ji darvekirinan re’ ragihandin.

‘BELÊ JI DEMOKRASIYÊ RE, NA JI DARVEKIRINÊ RE’

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku pêwîstiya azadiya gelê Kurd û gelên bindest ên Rojhilata Navîn bi têkoşînek radîkal a gelan heye, lê ti têkoşînek bê fikr jî di nav civakê de nikare li hemberî faşîzmê helwestek radîkal derbixîne holê û wiha tê gotin; “Lewra ji bo gel bikaribin bi îrade bibin û werin nav refên xebatê û dakevin qadan, divê rêxistinên gel li jêr fikrekî tevbigerin.”

KORAR û PJAK’ê destnîşan kirin ku tevgera azadîxwaz a gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li nav wan welatan qonaxek têkoşîna azadîxwazî di çerçoveya helmetekê de daye destpêkirin û ji bo her beşekî Kurdisanê jî diruşmeyek diyar kiriye û wiha didome:

“Em weke PJAK û KODAR bi rêya vê daxuyaniya hevbeş pêngavek berfireh li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi diruşmeya ‘Belê ji bo Demokrasiyê, na ji bo Darvekirinan’ didin destpêkirin.

Bi vî awayî tevlî xebatên her çar parçeyên Kurdistanê û Ewrûpa dibin. Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd bi pêşengiya Tevgera Apoyî xwedî rêbazek têkoşîn, fikr û felsefeyekê ye.

Di asta Rojhilata Navîn de xwedî pratîkek radîkal e ku lê şerê cîhanê yê sêyemîn ji aliyê dewletên statukoparêz û faşîst ve tê birêvebirin.  Ev pêngav jî tenê ne ji bo Rojhilatê Kurdistanê, ji bo bidestxistina mafê hemû gelên Kurdistanê û Îranê ye.”

‘DEMA AZADIYA GELÊN BINDEST Û AZADIYA RÊBER APO HATIYE’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku xelkên Rojhilata Navîn ji aliyê dewletên herêmî û hêzên hegemonîk ên cîhanê ve hatine kolekirin, rûbirûyî şer, bêkarî, birçîbûn, pirsgirêkên civakî hatine hiştin û wiha tê gotin; “Lê belê têkoşîna radîkal a demokrasî û azadîxwaz a gelan li dijî dagirkeran û hêzên desthilatdar ranewestiyaye.

Di encama têkoşîna radîkal a Apoyî ya li çar parçeyên Kurdistanê di salên borî de pêk hat, ku li hemberî her cûre dagirkeriyê serî netewand û tawîz neda, êdî astek cîhanî bi dest xistiye. Lewra van hêzan ji bo şerê xwe li ser gelan ferz bikin, Rêberê gelên bindest û yên Rojhilata Navîn Rêber Apo di zîndana Îmralî de dîl hatiye girtin û tecrîdkirin.

Tevgera Apoyî gel anîn qadên têkoşînê û destûr neda dijminan bighêjin armancên xwe. Asta têkoşîna gelan û xebatên wan, wê dawiyê li dagirkeran bîne. Dema azadiya gelên bindest û azadiya Rêber Apo hatiye. Lewra dijmin jî baş dizane ku azadiya her dû aliyan bi hev ve girêdayî ye.”

PJAK û KODAR’ê diyar kirin ku ji bo bi destxistina demokrasiyê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dawî anîna darvekirinan, pêkhanîna edaletê divê herkes tevlî vê pêngavê bibe û hemû mal, kolanan bikin cihê têkoşîn û xebatê.

Berdewamiya daxuyaniyê de PJAK û KODAR’ê ji bo têkbirina siyaseta darvekirinê ya Rejîma Îranê û pêşîvekirina li demokrasiyê bang li hemû gelên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir ku beşdarî pêngavê bibin.

‘YEKÎTÎ Û HEVGIRTINA GELAN, WÊ PÊNGAVÊ BI SER BIXÎNE’

PJAK û KODAR’ê di daxuyaniya pêngava ‘Belê ji bo demokrasî, na bo darvekirinan’ de diyar kirin, ew bi dengekî bilind dibêjin, dem dema demokrasî û azadiyê ye û pêwîstiya gelên li Îranê ji hemû gelan zêdetir bi azadiyê heye.

Di daxuyaniyê de îşaret bi serhildan û şoreşên gelên Îranê hate kirin û hate gotin, hem ji bo azadiya Îranê û hem jî aştiya Rojhilata Navîn divê gel di pêngava azadiyê de rola xwe bilîzin û wiha dewam kir, “Ji bo vê jî em bang li hemû gelan, jinan û ciwanan dikin ji bo şermezarkirina dagirkerî, mêtîngerî, neheqiyê, rakirina astengiyên li ber demokrasiyê beşdarî pêngava ‘Belê ji bo demokrasî û na ji bo darvekirinan’ bibin.

Ji bo pêşîlêgirtina siyaseta darvekirinan pêwîstî bi yekîtiya hemû civakê û hêzên azadîxwaz heye. Di encama têkoşîna hevbeş, yekîtî û hevgirtinê de dikarin pêşî li dagirkerî û çewsandinê bînin.

Beşdariya Kurdan û Îraniyên li Ewrûpa jî ji bo serketina pêngavê gelekî girînge û Em bawer dikin ku ew ê gelên me yên li Ewrûpa di pêngavê de rola xwe bileyzin. ‘Rêber Apo Rêberê Azadî û Demokrasiyê ye’. Heta Rêber Apo azad nebe, gel jî azad nabin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv