Kordînasyona Komelgeya Ciwanên Rojhilat (KCR) bi daxuyaniyekê piştgirî da pêngava, ‘Belê ji Demokrasiyê re, na ji darvekirinê re’ ya ji aliyê KODAR û PJAK’ê ve hatî destpê kirin û ragihand ku wê bi hemû hêza xwe piştgiriya pêngavê bike.
KODAR û PJAK’ê di çarçoveya pêngava Konseya Rêveber a KCK’ê ya ji 12’yê Îlonê ve bi bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li her çar parçeyên Kurdistanê dayî destpê kirin de, bi dirûşmeya ‘Belê ji demokrasiyê re, na ji darvekirinan re’ li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêngavek ragihandinîbû.
Kordînasyona Komelgeya Ciwanên Rojhilat (KCR) bi daxuyaniyekê piştgirî da vê pêngava KODAR û PJAK’ê.
Daxuyaniya KCR’ê wiha ye;”Weke Komelgeya Ciwanên Rojhilatê daxwazê ji hemû ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin ku tevlî pêngava ‘Belê ji demokrasiyê re, na ji darvekirinê re’ bibin.
Dagirker û desthilatdaran di dîrokê de timî hewl dane ku bi kuştin, tirsandin û qirkirina gelan desthiladariya xwe li ser gelan bidin berdewam kirin.
Dagirkeriyek ku mirovatî, azadî û îradeya gelan binpê bike, îro li dijî têkoşîna azadîxwaz a gelê Kurd hevpeyman bûn. Ji bo ku di demek herî kin de bi awayek herî hov sûcên xwe yên li dijî gelê Kurd bigihîn armancê.
Rejîma dagirker a Îranê bi salane bi darvekirina mirovan temenê desthilata xwe dirêj dike. Bi darvekirinê, berbaranê, kuştina kolberan û tevkujiyê bersiva daxwazên gelan dide.
Van kiryarên xwe yên qirêj jî bi navê yasa û ol dike. Yasaya ku tenê ximzeta desthilatdarên Îranê dike û bi dayîna cezayê darvekirinê tirs û qetilkirinê li ser gelan de disepîne.
Tişta li ber çave, pêkhateya ku zêdetir dibe armanca siyaseta darvekirinê ciwan û jinin. Ev jî nîşaneya vê rastiyê ye ku dagirker ji hêza jin û ciwanan ditirs in ku xwe ji têkoşîna azadiyê de dibînin.
Lewma xurtkirina têkoşînê li dijî dagirkeriyê û dîktatoriyê ya herî bi bandore. Yekane riya ku bikarin civakê û gelan rizgar bike, hêza têkoşîna vê civakê ye.
Têkoşîna ji bo bi destxistina azadî û demokrasiyê ye. Demokrasiya bê têkoşîn bê wateye.
Têkoşîna ji bo gihîştina azad û avakirina civakek demokratîk yekane riya j bo dawîanîna siyaseta darvekirinê ye.
Bi pêşengtiya ciwanan û jinan têkoşîna li hemberî darvekirinê wê bibe havênê demokrasiyê û avakirina civakek azad û demokratîk.
Di bingeh de demokrasî bê têkoşîn pêk nayê. Tê bi gurkirina têkoşînê dikarin dawî li siyaseta darvekirinê bînin.
Weke KCR’ê em ê bi hemû hêza tevlî pêngava ‘Belê ji demorkasiyê re, na ji darvekirinê re’ bibin.
Weke hêzek pêşeng a ciwanan daxwazê ji gelê azadîxwaz, welatparêz û tevahiya endam û welatparêzan dikin ku bi reng û dengê xwe erka pêşengiyê bigirin û çalak tevlî pêngava ‘Belê ji demokrasiyê re, na ji darvekirinê re’ bibin.”