Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK’ê li ser wefata Babe Şêx daxuyanî da: Windahî û êşek girane

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê ji bo rêberê olî yê Êzidiyan Bavê Şêx peyama sersaxiyê weşand KCK’ê di daxuyaniyaxwe de diyarkir ku windahî û eşek girane. KCK’ê di daxuyaniya xwe de got; “Yekîtî daxwaza wî ya herî mezin bû. Bi yekîtiyê û avakirina sîstema xweseriya demokratîk dikare bersiv ji bîranîna wî re bê dayin.”

Daxuyaniya wiha ye:

“Bi êş û xemgîniyeke mezin me bihîstin ku lîderê olî yê civaka me ya Êzidî Bavê Şêx koça dawî kiriye. Ev wefat tevî civaka me ya Êzidî ji bo Kurdên welatparêz ên ji her baweriyê, windahî û êşeke giran e. Ji ber wefata wî em sersaxiyê ji malbata Bavê Şêx, ji civaka xwe ya Êzidî re dixwazin.

Em hevxemê wan in, sebrê ji wan re hêvî dikin. Em di wê baweriyê de ne ku civaka me ya Êzidî bi mezinkirina yekîtiya xwe û bi xurtkirina saziyên xwe yên demokratîk dikare bersivê bide bîranîna Bavê Şêx.

Mertebeya Bavê Şêx di dîroka berxwedana Êzidiyan de bûye yek ji çeperên herî girîng. Eger li gel fermanan jî civaka me ya Êzidî hebûna xwe didomîne, para vê saziyê gelekî girîng e ku hişmendî, îrade û welatparêzî daye gelê me. Eger Êzidî li gel hemû fermanan, zor û zehmetiyan hebûna xwe ya civakî domandine, di vir de gelekî deyndarê saziya Bavê Şêx û nûnerên vê saziyê ne.

Bêguman saziyên ku baweriay Êzidiyan afirandine û nûnerên wan saziyan, Êzidiyatî û Êzidî gihandine vê serdemê. Bavê Şêx hewl dida vê kevneşopiya baweriyê di vê serdemê de temsîl bike. Ev yek di heman demê de çand, hişmendî û sekneke xweparastinê ye.

Em di wê baweriyê de ne ku civaka me ya Êzidî wê bi vê hişmendiyê bersivê bidin bîranîna Bavê Şêx, hêzên xwe yên xweparastinê û saziyên xwe yên xwerêveberiyê mezin bikin, xurt bikin.

Tişta ku Bavê Şêx herî zêde dixwest, yekîtiya Êzidiyan bû. Ji Êzidiyan re gotiye; rêxistinbûna xwe xurt bikin, li dijî qirker û hevkarên wan, xwe biparêzin.

Weke ku tê zanîn Bavê Şêx timî ji civaka Êzidî dixwest ku li xaka xwe vegere, di nava xwişk û biratiyê de bijîn û ji bo vê jî hêza xwe ya manewî bi kar anî, bang kir. Daxwaza wî ya herî mezin ew bû ku Êzidî di rewşeke azad û demokratîk de hebûna xwe bidomînin.

Jiyana demokratîk û xweser ku armanca Êzidiyan e îro li Şengalê gav bi gav pêk tê, berxwedana ji bo vê yekê dewam dike. Ev berxwedan di heman demê de li gorî taybetmendiyên civaka demokratîk û azad a civaka me ya Êzidî hewldana xwenûkirinê ye.

Weke ku tê zanîn Bavê Şêx qebûl kir ku jinên Êzidî yên di fermana dawî de dîl hatin girtin ji nû ve tevlî civakê bibin, ku ev yek di Êzidiyatiyê de nûbûneke mezin bû. Ev nêzîkatiya hevgir û nûparêzî ya Bavê Şêx di rojên herî zehmet de bû destek û moraleke mezin ji bo Êzidiyan.

Ji bo çareseriya pirsgirêkan bû piştgiriyeke mezin. Ev û nêzîkatiyên bi heman rengî, otorîteya Bavê Şêx a li nava Êzidiyan mezintir kir, hezkirin û hurmeta jê re zêdetir kir.

Civaka me ya Êzidî piştî fermana dawî bi lez gavên ji bo xwenûkirinê avêt. Di vê çarçoveyê de hêzên xweparastinê û saziyên demokratîk bi rêxistin kirin. Di meşandina vî karî de piştgiriya manewî ya Bavê Şêx bû alîkar. Bi taybetî rê û rêbazên ku piştî fermana dawî ji bo çareserkirina pirsgirêkan nîşan da wê neyên jibîrkirin.

Bavê Şêx bi van taybetmendiyên xwe ne tenê ji bo Êzidiyan ji bo tevahiya Kurdan bûye kesayetekî girîng. Têkiliyên ku dixwest bi baweriyan hemûyan re deyne, qîmetê wî zêde kir, dostên nû li Êzidiyan zêde kir. Hewldana wî ya tevgir û çêker, di nava Êzidiyan de ew kir lîderekî baweriyê ku her tim bê bîranîn. Wefata wî di serî de ji bo civaka Êzidî ji bo tevahiya gelê me bûye windahiyeke mezin.

Bi navê tevgerê, em êş û xemgîniya xwe ya ji ber wefata Bavê Şêx careke din diyar dikin û destnîşan dikin ku em êşa civaka xwe ya Êzidî parve dikin. Ji ber wefata wî em sersaxiyê ji malbata wî ya dilşewat û tevahiya civaka xwe ya Êzidî re dixwazin.

Her wiha em di wê baweriyê de ne ku Bavê Şêx wê berpirsyariya wî hilde ser milê xwe û civaka Êzidî wê bi yekîtiya xwe û avakirina sîstema xwe ya xweseriya demokratîk bersivê bidin bîranîna wî.”

Ev jî hatin dîtin

Salvegera damezirandina PKK li W.Rustem Cudî bi dîlanan hat pîroz kirin

Stêrk Tv

Heso Ibrahîm: PDK û Dewleta Tirk li ser avakirin baregehek Artêşa Tirk li Şengalê li hevkirine

Stêrk Tv

Cemîl Bayik: 1970an bû sala vegera ji bo Kurdistanê

Stêrk Tv

Li dehan navendên Almanyayê li dijî qedexeya PKK’ê çalakî pêk hatin 22.11.2020

Stêrk Tv

Ji bo aştiya navxweyi û parastina destkeftiyan wê lijneyek were avakirin 22.11.2020

Stêrk Tv

HPG: Li Girê Sûîkastê dagirkerek hat kuştin û gelek dagirker birîndar bûn 22.11.2020

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!