Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

5’ê Sibatê ji bajarê Almanya Hanau meşa dirêj a ber Strasbourgê ve dest pê dike 23.01.2021

 

JI TECRÎD, FAŞÎZM Û DAGIRKERIYÊ RE NA, DEM DEMA AZADIYÊ YE
5’Ê SIBATÊ JI BAJARÊ ALMANYA HANAÛ MEŞA DIRÊJ A BER STRASBOURGÊ VE DEST PÊ DIKE

‘Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re na, ‘Dem Dema Azadiyê ye’

Kurdistaniyên li Ewrûpayê û enternasyonalîst bi vê dirûşmeyê wê meşa dirêj a ber bi bajarê Strasbourgê ya Fransayê ve pêk bînin.

Meşa ku her sal di salvegera komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de tê lidarxistin îsal 5’ê Sibatê ji bajarê Almanya Hanaû destpê dike.

Gelek sazî û rêxistinên Ewrûpî jî wê piştgirî didin vê meşê..

Komîteya amader ya meşa dirêj derbarê amadekariyên xwe de agahî dan û balkişand ser girîngiya meşa îsal.

Komplo di şexsê rêber APO de li dijî têkoşîna azadiyê û gelên Kurdistanê tê maneya esaretê.

Tecrîdkirina rêber APO sûcekî dijî mafên mirovan e.

Ji bo şikandina tecrîd û azadiya wî pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ hatiye ragihandin.

Pêweîste di 22 saliya komploya Navneteweyî de em bersiveke xurt bidin hêzên komploger û bi beşdariya xwe vê bêdengiya navneteweyî bişkînin.

Kometaya amadekar diyar kir ku ew 4’ê Sibatê li benda gelê xwe bin û 5’ê Sibatê ji qada Marktplatz a Hanaû bi mitîngekê dest bi meşa xwe bikin..

Ji bo hê zêdetir agahî hûn dikarin bi vê navnîşanê re [email protected] bikevin têkiliyê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv