Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

69 Parementerên Ewropî li dijî destwerdana Dewleta Tirk banga girtina tedbîran kirin

 

NAMEYA 69 PARLEMENTERÊN EWRÛPÎ
LI DIJÎ DEWLETA TIRK BANGA GIRTINA TEDBÎRAN HAT KIRIN

Nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser mafên rewa yên gelê kurd li Ewrûpayê bilind dibin.

Wekîlên 3 komên parlemena Ewrûpayê xwestin li dijî kiryarên dewleta Tirk tedbîr bên girtin.

Komên Tifaqa Azad a Keskan, Demokratên Sosyalîst û Demokrat û Çepa Kesk a Îskandînavya, bi tevahî 3 komên Parlemena Ewrûpayê hatin cem hev û bi nameyekê li dijî zêdegaviyên rêvebiriya Enqerê dengên xwe bilind kirin.

69 endamên van koman, bi nameya xwe ya ji şefê Polîtîkaya Derve ya Yekitiya Ewrûpayê Jozef Borel re hat şandin daxwaz kirin, Yekitî êdî ji kirinên AKP’ê re çavên xwe negire.

Di nameyê de bi giranî êrişên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û desteserkirina şaredariyên HDP’ê cîh girtin.

Li ser êrişa hewayî ya dawî ya li Kobanê jî hat sekinandin û hat gotin di vê êrişê de gelek sivîl hatin qetilkirin û birîndarkirin.

Nameya parlementerên ewrûpî bi van gotinan bi dawî bû:

Em ji komîsyonê dixwazin ku ji xeynî van êrîş û zextan, ji bo bidawîkirina êrişên li dijî hiqûqê jî, bila wekî zextên ekonomîk gavên lezgîn û şênber biavêje.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv