PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
70 ROJÊN ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI ZÎNDANAN ÇÊBÛN
Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li zîndanên dewleta Tirk a dagirker, girtiyên azadiyê 27’ê Mijdarê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Çalakiyê 70 roj li pey xwe hiştin.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
“DAXWAZÊN GIRTIYAN DAXWAZÊN ME NE, EM Ê JÎ TÊBIKOŞIN”
Rêxistina HDP a Mêrdînê jî li Qoserê bi daxuyaniyekê bal kişand ser tecrîda giran a li dijî Rêber Apo.
Daxuyanî bi pankarta “em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin” hat dayîn.
Hewldanên astengkirina dayîna daxuyaniyê ji aliyê polîsên rêjîma faşîst ve jî neçûn serî.
Hevserokê HDPa Mêrdînê Salîh Kuday li vir axivî:
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
JI RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN AMEDÊ BANG
Komeleya Mafê Mirovan-ÎHDê, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê, Odeya Bijîşkan a Amedê û Komeleya Înîsiyatîfa Heq a Amedê jî li avahiya ÎHDa Amedê daxuyaniyek dan.
Daxuyaniya hevpar ji aliyê Hevserokê ÎHDa Amedê Abdullah Zeytûn ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de fikarên ji ber jiyana girtiyên azadiyê hat ragihandin û banga bicihanîna daxwazên wan hat kirin.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
JI DAYÎKÊN GIRTIYAN BANG: DAKEVIN QADAN
Dayîkên girtiyên azadiyê jî bang li her kesî kirin, ku têkoşîna ji bo şikandina tecrîdê mezin bikin.
Dayîka Şiyar Akboga yê li zîndana Tîpa T a Bandirmayê Şukran Akboga diyar kir, ku kurê wê ev 12 sal in girtî ye û 25 sal ceza danê.
Dayîka Besiye Ozer a li zîndana Jinan a Gebzeyê Erzîhan Ozer jî diyar kir, ku keça wê ev 25 sal in girtî ye û 4 caran ketiye greva birçîbûnê.
Erzîhan Ozer got, divê tecrîd were bidawîkirin, em jî xwedî li zarokên xwe derdikevin. Divê her kes dakeve qadan û têkoşînê mezin bike.