Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

9 sal ceza dan Hevşaredar Nazlier 14.12.2020

9 sal ceza li Hevşaredara Karazê Rojda Nazlîer hate birîn ya ku peywira wê hatibû desteserkirin.

Hevşaredara navçeya Karaza Amedê Rojda Nazlier ku erka wê hatibû desteserkirin û piştre hatibû girtin, îro rûniştina doza ku bi îddîaya “endamê rêxistinê ye” li ser wê hatibû vekirin li 11’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê pêk hat. Nazlier tevlî rûniştinê nebû, parêzerê wê Resûl Tamûr, Rukneddîn Çetedîr û Bawer Mizrak tevlî rûniştinê bûn.

Dozgeriyê daxwaza xwe dubare kir û bi îddîaya “endamê rêxistinê ye” xwest ku Nazlier bê cezakirin.

Parêzeran diyar kirin ku ji bo tawanbarkirinê tu hincetekî şênber tuneye, tenê îfadeyên ‘şahid’an’ heye. Her wiha bal kişandin li ser wê yekê ku eger destgirtin wisa be wê çaxê ji tevlîbûna merasîmên cenazeyan heya tevlîbûna Newrozê hemû merasîm dibin sûc.

Şandeya dadgehê bi tawanbariya “endamê rêxistinê ye” 9 sal ceza da Nazlierê. Şandeya dadgehê her wiha biryar da ku bila kontrola edlî ya li ser Nazlier jî bidome.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv