Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

9 sal li ser şehadeta fermandarê mezin Xebat Dêrik re derbas bûn 14.01.2021

 

XEBAT DÊRIK
9 SAL DI SER ŞEHADETA FERMANDARÊ MEZIN RE DERBAS BÛN

Mehmûd Mihemed ango fermandarê efsanewî Xebat Dêrik…

Xebat Dêrik di sala 1962’an de li gundê Qasanê yê Dêrika Hemko tê dinê.

Gundê Qasanê li kelêka ava mezin e..

Dibistana zaroktî û xwendekariya xwe ya seretayî li gundê Qasanê derbas dike…

Xebat ji bo bikaribe xwendina xwe bidomîne diviyabû biçûya bajêr.

Ji ber antîpatiya wî ya li hemberî bajaran û hezkirina wî ya çiyayan xwendinê diterikîne û li gundê xwe dimîne.

Xebat Dêrik di sala 1982’an de li Libnanê partiya karkerên Kurdistanê PKK’ê nas dike.

Bersiva pirsên ku ji zarokatiya xwe ve ji xwe re kiribûn derd‎ dipirsî di nava PKK’ê de dibîne.

Û bi awayekî dildar di sala 1983’an de li Şam û derdora wê dest bi xebatan dibe.

Xebat Dêrik di sala 1985’an de bi awayekî profesyonel tevlî PKK’ê dibe û saleke di navbera Şam û Libnanê de kar û xebatên rêxistinî dimeşîne.

Di sala 1987’an de Xebat Dêrik berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û ji bo vekirina xeta çûnûhatinê ya di navbera Bakur û Rojava de 3 salan dixebite.

Piştî 3 salên li ser vê xetê Xebat Dêrik di bihara sala 1989’an de derbasî Cûdî dibe û di rêveberiya wir de cîh digire.

Salên ku li Botanê dimîne salên herî dijwar in.

Xebat Dêrik bi mîlîtaniya xwe hem li beramberî polîtîkayên tinekirinê yê dewleta Tirk radiweste hem jî li hemberî 4 çeteyên kontra têkoşîneke mezin dimeşîne.

Piştî têkoşîn û şerê giran li Botanê Xebat Dêrik di sala 1997’an de li ser daxwaza rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan weke mûdaxele diçe herêma Xerzanê.

Piştî komploya navdewletî a li beramberî rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, Xebat Dêrik ji bi komên gerîlayên din re di sala 99’an de ji Bakur vedikişe û derbasî Başûr dibe.

Li Başûr jî ji sala 1999’an heta sala 2004’an ew gerîlayan hem di aliyê eskerî hem jî îdeolojîk de perwerde dike.

Fermandarê efsanewî di pêngava 1’ê hezîranê de jî cîhê xwe digire.

Û her wiha bi awayekî aktîf tevlî nava xebatên ji nû ve avakirinê dibe.

Piştî salên dûr û dirêj ên li çiyayên Kurdistanê Xebat Dêrik ji bo xebatên şoreşê di sala 2011’an de berê xwe dide Rojava;

Fermandarê efsanewî Xebat Dêrik dema ku li Rojava xebatên parastinê dimeşîne di 14’ê Çileyê sala 2012’an de bi destê xayînan tê kuştin….

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv