Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmed Karamûs: Armanca me ya sereke ew e ku em pêşî li şerekî naxweyî bigirin

 

Şandeya KNK’ê jî ev demeke ji bo aloziya di navbera hêzên Kurd de bi dawşî bibe ev demeke li başûrê Kurdistanê hevdîtinan dike.

Têkildarî hevdîtina şande îro li Silêmanî bi çapemeniyê re civiya.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs diyar kir ku bi awayekî erênî têne pêşwazîkirin.

FAHMET KARAMÛS: ARMANCA ME YA SEREKE PÊŞÎGIRTINA LI ŞERÊ NAVXWEYÎ YE

Ev demake Şandeya KNK’ê li Başûrê Kurdistanê ye.

Şande li hola Sînemaya Salim a Silêmaniyê, bi çapemeniyê re civiya.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeramûs li vir axivî û diyar kir ku, di vê serdana xwe de bi gelek aliyan re civiyane û hemû alî jî bi kêfxweşî ew pêşwazî kirine.

Ehmed Qeremûs, bal kişand ser sê armancên esasî yên di hevdîtinan de û wiha rêz kir:

Hêzên gerîla û pêşmerge vegerin cihên xwe yên berê, hemû pirsgirêk bi guftogo û nîqaşê çareser bikin û pêşî li şerê navxweyî bê girtin.

Hevserokê KNK’ê anî ziman ku di hemû hevdîtinan de, nêzîkatiyên erênî hebû.

Lê ji ber rewşa aloz a li herêmê şandeya wan nekariye li gel PKK’ê bicive.

PKK bi peyamekê aniye ziman ku ji bo çareseriyê amade ne.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeramûs têkildarî sedemên aloziya di navbera pêşmerge û gerîlayan de jî ev nirxandin kir:

“Dewleta Tirke, bi pîlan û stratejiya xwe dixwaze Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Em hêvî dikin ku di demek nêzîk de dawî li van aloziyan bê anîn. Û em bang li aliyan dikin ku li ser maseya guftûgoyê rûnin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv