Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Dewrêşê dozê, dildarê Heyva Sor, Mûsa yê me yê Efrînî 13.01.2021

 

AHMET AKTAŞ / RONAHÎ
DEWRÊŞÊ DOZÊ, DILDARÊ HEYVA SOR, MÛSA YÊ ME YÊ ÊRFÎNÎ

27 Sal berê ez hatim Elmanya û kesê destpêkê ku min naskir, yek jê Heval Mûsa bû. Piştî hatina min bi 4 mehan Heyva Sor a Kurdistanê fermî hat damezrandin. Birêxistinkirina vê saziyê pir bi lez û bi dilxwaziyek bilind hat meşandin. Hema ez dikarim bêjim, Musayê me yê Êrfînî, di nava kesên yekemîn de bû yên ku bûn endam û bûn dildarê vê xebata mirovperwerî ya bi rûmet. Ji wê rojê û pêve heta roja em hiştin û çû ser dilovaniya xwe, di vê xizmeta gelê xwe de gav bi paş ve navêt, belê bi pêşve avêt û her bi xurtî meşiya.

Weke derweşê dozê, weke xwediyê sozê, weke dildarê welat, bi sazî û hevalê xwe re hogir û heval bû. Her devliken bû. Di demê bûyerên tal û êş û xemgîn de jî, qet moralê xwe jî û yê hevalên xwe jî xerab ne dikir. Her moral dida xwe jî û hevalên xwe jî. Li himber hilwest, rexne, heta neheqiyên ku lê bihata jî, pir bi sebir û tehamul û xweragir bû. Nayê bîra min ku wî yek heval aciz an hêrs kiri be. Lewma ez bawer dikim ku yek hevalê jê nexweş an dilmayî nîne. Giyanek pir mezin a fedekarane, canbexşane û dewrêşane pêre hebû. Çi karê ku biketa ser milê wî, xwe ji ber ne dikişand û nedigot na, hema dikete nava hewldana pêkanîna wî karî.

Ez dikarim bêjim li hemû bajarên Elmanyayê û piraniya welatên Ewrupayê xizmeta doza xwe û saziya xwe da meşandin. Her wiha, ez dikarim bêjîm ji despêkê ve di asta rêveberiyê de kar hilda bû ser milê xwe, lê wî her dem weke kesekî jî rêzê, weke endamekî ji rêzê, weke li jor min gotiye, weke derwêşê doza xwe birêve diçû, li kursî û pelikê ser milan ne dinêrî. Li gel kar û barê Ewrupayê, dema karê saziyê li Başûr û Rojava jî derket, qet bê dudilî, hema bi dilxweşiyek mezin, xwe da pêş û kar hilda ser milê xwe û kete ser rêya Başûr û Rojava. Di van her du karên xwe jî de bi serkeftî xebitî.

Bi kurtayî, hevalekî me yê pir û pir bi rûmet ji nava me koça dawî kir û çû ser dilovaniya xwe. Lêwma em gelek xemgînin, lê ji bo ku em hevalê hevalekî wisa ne jî em serbilind in. Ez weke hevalekî wî yê 27 salan, wî şehîdê saziya HEYVA SOR A KURDISTANÊ dibînim û ez bawer dikim ku ew nuha li cem Şehîdên Kurdistanê mêvan e! Hevalên weke Mûsa nayên jibîrkirin û divê neyên jibîrkirin!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv