Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Eyn Îsa 23.12.2020

 

EYN ÎSA
AHMET AKTAŞ / RONAHÎ

Armanc û daxwaza sereke ya dewleta tirka; hilweşandina destkeftî û şikandina îradeya gelê kurd e. Eger ev pêknehat, hewl dide ku astenga derxe ber pêşiya Tevgêra wê, ji bo bandoro wê li parçeyên din bişkîne, siyasetek qirêj a qirker dide meşandin. Weke kurte şîroveyekê, mirov dikare vê mijarê wisa bide xuyakirin:

1. Li Bakur, di kesayetiya HDP’ê de, êrîşî ser hemû deskeftiyan; sazî û dezgeh û rêveberên Kurdistanî dike. Bi dehan kuştî, bi sedan birîndar, bi hezaran girtî û hwd.
2. Li Rojhilat, di kesayetiya PJAK’ê de, ji bo gel bitirsine û bandora Tevgêra Azadiyê xurt nebe Îran, xort û keçên kurdan dixe zîndanan û li sêdarê jî dide.
3. Li Başûr, di kesayetiya Şingalê de Tirk û Erbîl, êrîşî ser hemû sazî û rêxistin û kesayetiyên dilxwazê Tevgêra Azadiyêne dike, dîl digre, dikuje û ji bo têkiliyên wan ji Mexmûr û Qendilê û Rojava biqetîne, dorpêçkirin û zordestiyê bikartîne.
4. Li Rojava, bi taybetî vê dema dawî, di kesayetiya Eyn Îsa de Tirkiyeyê, hemû Rojava; Rêveberiya Xweseriya Demokratik, PYD, YPG, QSD, PYNK û bi giştî destkeftiyên Şoreşa Rojava, kiriye armanca êrîşên xwe yên qirker û dagirker.

Hilbet dewleta tirka tê naskirin, bi serê xwe nikare gavekê bavêje, daxwazên wê çi dibe bila bibe, bêyî destûra Emerîka û Rûsya nikare tevbigere. Nuha li vira, di rû re bi destûra Rûsyayê tevdige, lê ev ne bêyî agahiya Emerîka ye; tê zanîn ku hevalbendê wan ê stratejik e! Li goreyî rewşa tê dîtin, bi taybetî karê dewleta tirka ya li Başûr û Rojava wisa hatiye dabeşkirin: Peymana Şingalê, bi koordinasyona Tirka, birêvebirina kiryarî dane destê rêveberiya Bexda û Erbîlê. Plana Eyn Îsayê jî dewleta tirka bi xwe dimeşîne.

Erê bazarê Rûsya dike û Rêveberiya Xweser bi mînaka Efrînê ditirsîne, lê gûman heye ku hîn DYE destûr bi temamî neda ye ku dewleta tirka bi hemû hêzên xwe ve, weke mînak bi firokên şer êrîşî ser Eyn Îsa bike. Rûsya, di nava lîstokek gelek xeter û piralî de ye. Him dixwaze tirka bike hevparê plana xwe û bi vêna ve, him QSD tengav bike û têkiliyên wan ji DYE dûr bixe û bi navê “vira radestî rejîmê bikin” ve bixe bin bandora xwe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv