AHMET ŞIK BÛYERA ŞÎBAN Û TURGUT KIR RAPOR
HEM JI HELÎKOPTERÊ AVÊTIN HEM JÎ XWESTIN LÎNC BIKIN
11’ê Îlonê li bejahiya navçeya Wanê Şaxê artêşa dewleta Tirk a dagirker ji gerîlayên HPG û YJA-Starê derbeke giran xwar.
Koordîneya artêşa Tirk ji hev hat xistin..
Ji ber vê derba giran artêşa Tirk berê xwe da sivîlan..
Welatiyên bi navê Servet Tûrgût û Osman Şîban ji gund revandin, ji helîkopterê avêtin û gotin, ji devereke bilind ketine.
Piştî ev bûyer ji aliyê ajansa Mezopotamyayê ve bi dinyayê hat hisandin îcar rayedarên dewletê ketin tatêla veşartina rastiyê.
Rojnamevanên ev nûçe çêkirin jî hatin girtin.
Parlamanter Ahmet Şik der barê bûyerê de raporek amade kir.
Parlamanter Şik rapora navborî li meclisa Tirkiyê bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Di raporê de îşkenceya eskeran jî di nav de bûyera ji helîkopterê ji devê Osman Şîban bi hemû detayên wê ve tê gotin.