AJANSA JINÊ NÛJINHA
NÛJINHA ÎRO DEST BI WEŞANÊ KIR
Ajansa Jinê Nujinha li çapemeniya jinê ya alternatîf û azad zêde bû.
Armanca Nûjinha bibe deng, reng û zimanê jinên serhildêr ên rojhilata navîn.
Ajansa Jinê Nûjinha têkildarî weşangeriya wê bikin vê agahiyê daye:
Warê cara yek bi destê jinê şîn hat Rojhilat Navîn, bi îsyana jinan mîna gulberoja berê xwe dide tavê vedigere ronahiyê.
Têkoşîna jinan a bi heybet a li vê xakê ji bo jinên cîhanê dibe ronahî.
Ji bo siberoja bi destê xwe ava dikin were dîtin û bigihîje jinên li parzemînên din û pêwistiya hevkariyê jin anîn cem hev.
Rojnamevanên jin ên ji paşeroj û pêşerojê xwe xweyî dike, ji bo zimaneke nû ketin rê.
Wê bibe zimanê, jinên nayên dîtin û keda wan tê xwarin.
Nûjinha têkildarî têkoşîna ku wê bi weşangeriya xwe bike jî vê dibêje.
Ew ê êdî dengê jinê dîwar û sînoran derbas bike.
Nu JINHA bi xebata jinên li dû heqîqetê, li dijî qalib û zimanê zayendperest derkeve pêşberî xwendekaran.
Bi zimanekî zelal û ji zayendpereziyê dûr, ku jinê di her warê jiyanê de dike kirde wê weşangeriyê bike.
Bi Kurdî, Erebî, Farisî, Tirkî û Îngilîzi bê ku ferq bixe nava gelan, bi feraseta em bi hev re bihêzin binivîse.
Jin bi pêşengiya Weqfa Çand û Ragihandina Jinan a ku navenda xwe li Swêdê ye wê heqîqeta jinbûyînê di rûpelên xwe de biweşînin
Ajansa Jinê Nujinha amade ye dest bide jiyana jinan û jiyana wan a hat veguhertin ragihîne.
Hûn dikarin li ser vê lînkê têkildarî jiyan, rastî, heqîqet û nûçeyên bi nêrîna jinê bixwînin û li hev belav bikin.
https://jinhaagency.com/tr