Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ajansa Reutersê derbarêe êrîşên li ser Kurdistanê Dewleta Tirk ji bo agahiyan kir referansa xwe

 

REUTERSÊ TENÊ CIH DA AGAHIYÊN FERMÎ YÊN DEWLETA TIRK

Dewleta Tirk a dagirker dest bi konsepteke nû ya qirkirinê li dijî gelê Kurd kir.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şevê din Şengal, Mexmûr û Çiyayên Kurdistanê bombe kirin.

Li Şengalê dora kampa Serdeştê ya bi hezaran kes lê dimînin bû hedefa dagirkeran.

Nûçeya li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî wargehên sîvîl ên Kurdan li Başûrê Kurdistanê, ji aliyê Reutersê re bi lezgînî hat weşandin.

Lê belê nûçeya ku Reutersê belav kir, tenê xwe dispêre çavkaniyên fermî yên dewleta tirk.

Ajansa nûçeyan a navneteweyî Reutersê beramberî êrişên dij-huqûqî yên dewleta tirk li ser sîvîlên li başûrê Kurdistanê, li gorî dilê dewleta tirk tevgeriya.

Ajansê nûçeya li ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Şengal, Kampa Mexmûrê û Qendilê weke nûçeya lezgîn bi aboneyên xwe re parve kir.

Lê belê Reuters weke nûçe tenê cih da daxuyaniya fermî ya dewleta tirk.

JI ber vê yekê ajansa Reutersê qet behsa êrişên li ser herêmên sîvîlan nekir.

Nûçeya Reutersê ya ji agahiyên yekalî pêk tê, ji aliyê hin tv û rojnameyên din ên ewrûpî û herêmî ve jî dîsa bêguhertin hat weşandin.

France 24 jî yek ji wan tvyan bû, ku daxuyaniya fermî ya wezareta parastinê ya tirk weke çavkaniya yekane ya kir nûçe.

France 24ê qet behsa êrişên li dijî wargehên sîvîlan ên li Mexmûr, Şengal û Qendîlê nekir.

Heman nûçe ji aliyê rojnameya Îsraîlî Haaretzê ve jî hat bikaranîn.

Ev rojnameya ku ti çavkaniyeke nûçeyan a dewleta tirk bê şîrove bikar nayne, balkêş e ku vê carê xwe tenê spart agahiyên Reutersê ji dewleta tirk wergirtine.

Haaretzê li gel vê yekê binê vê agahiya daxuyaniya dewleta tirk xêz kir:

Dewleta tirk îdîa kir ku ew operasyoneke bejahî jî ji bo wêdetirî sînor dinirxîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv