Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Akademisyen Dr. Elias Ypsilantidis ji Trabzonê: ‘Ji bo Trabzona demokratîk divê Kurdistan azad be’ 01.03.2021

 

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ STATUKOYA FAŞÎST
YPSILANTIDIS: ‘JI BO TRABZONA DEMOKRATÎK DIVÊ KURDISTAN AZAD BE’

Doktorê felsefeyê Elias Ypsilanditis rûmeke Pontusê ye.

Malbata wê ji 7 nifşan ve li Trabzonê ne.

Ev bajar îro roj veguheriye navendeke nijadperestiya tirk.

Elias Ypsilanditis jî bêyî ku hay ji dîroka malbata xwe hebe li vî bajarê mezin bû.

Piştî ku ew bi rabirdûya malbata xwe û trajediya hatiye ser xelkên vî bajarî hisisya dest bi lêkolînên li ser mijarê kir.

Zêdetirî 15 sal in li Spanyayê dimîne.

Ev du sal in li ser mijara asîmîlasyonê dixebite.

Mexseda xebata wî jî ew e ka kesên hatine asîmîlekirin çawa dikarin vegerin ser çand û hebûna xwe ya otantîk.

Dr. Ypsilanditis li ser têkoşîna xwe ya ji bo ziman û çanda xwe ji rojnama Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Dr. Ypsilanditis îşaret bi statukoya faşîst a li Tirkiyê kir ka çawa li dijî gelan siyaseta qirrkirinê meşandiye û dimeşîne û got:

Hemû gelên ku jenosid li wan hatiye kirin divê destekê bidin têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê.

Li gorî wî, encax bi azadiya Kurdistanê naqosên li Dêra Axtamarê ya Ermeniyan ji nûve bên bicihkirin;

Encax wê demê Asûriyên li Colemêrgê wê karibin çanda xwe ya qedîm bi pêş bixin;

Encax wê demê Bêndergeha Trabzonê dikare ji nû ve şên bibe.

Dr. Ypsilanditis dibêje ku ew di wê baweriyê de ye;

Bi azadiya Kurdistanê wê statukoya qirrker ku bi sedê salan e li ser hukm e, ji hev parçe bibe û gel jî karibin çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv