Li dijî darbeya rejîma faşîst a AKP/MHP’ê nerazîbûneke zêde heye.
Bi pêşengiya jinan li gelek deveran daxuyanî hatin dayîn.
Jinan diyar kirin ku Leyla Guven îradeya wan e û ew ê li dijî darbekaran bêdeng nemînin.
Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê, Kobanê, Amûdê jî bi meşekê darbeya li dijî HDP’ê hat şermezarkirin.
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad-TJA’yê bi slogana dest nede îradeya min li Amedê daxuyaniyek dan.
Perlemenretên HDP’ê û gelek jin beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.
Li ser navê jinan berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan axivî û got, wek Leylayê jî gotî berxwedan jiyan e.
Bi heman armancê jinan li Şirnexê jî bi daxuyaniyekê ev peyam dan darbekaran.
Aktivîstên TJA’yê li Wanê jî daxuyaniyek dan
Jinan diyar kirin, ku ew ê li dijî darbeyê têkoşînê xwe mezin bikin.
Darbeya rejîma faşîst a AKP/MHP’ê li Batmanê jî bi daxuyaniyekê hat protestokirin.
Jinan dan zanîn, ku Leyla Guven sembola têkoşîna jina ye..
Rêxistina HDP’a Edenê jî di bin dorpêça polîsan de daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de li dijî faşîzmê banga mezinkirina berxwedanê hat kirin .
LI KOBANÊ Û AMÛDÊ JIN LI DIJÎ DARBEYÊ MEŞIYAN
Bi pêşengiya Kongreya Star jinên Kantona Kobanê jî ji bo Leyla Guven meşiyan.
Meşê ji qada jina azad dest pê kir.
Jinan di peyamên xwe dan zanîn, ku ew şopdarên Leyla ne û ew ê xwedî li berxwedana wê derkevin.
Li bajarê Amûdê jî bi sedan jin daketin qadan û berxwedana xelkê Bakur a li dijî darbekaran silav kirin.
Jinan di peyamên xwe de diyar kirin, ku ewê heta dawî li dijî dagirker û darbekaran bisekinin.