ENDAMÊ KONSEYA HEVSEROKATIYA PYD’Ê ALDAR XELÎL
BI ENKS’Ê RE HEVDÎTIN RAWESTIYA, HIN MIJAR HENE KU JÊ VEGER NABE
Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl li ser mijarên dawî yên di rojevê de bersiv da pirsên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê.
Aldar Xelîl diyar kir ku ne tenê dewleta Tirk hêzên li herêmê jî di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cih digrin.
Aldar Xelîl destnîşan kir ku li dijî tevahiya Kurdan pîlaneke qirêj a berferih di dewrê de ye.
Û ji bo parastiya desketiyan îşaret bi yekrêziya Kurdan kir.
Li ser hevdîtin di navbera PYNK û ENKS’ê yên ji bo pêkanîna yekrêziya kurdî jî Aldar Xelîl diyar kir ku hevdîtin di fermiyetê de dewam dikin.
Lê di pratîkê de sekinîne.
Sedemên vê rewşê jî Aldar Xelîl wisa rave kir:
Aldar Xelîl bi bîr xist ku ENKS daxwaza rakirina pergala hevserokatiyê jî kiriye.
Û destnîşan kir ku ev mijareke meye ku li serê nîqaş jî nayê kirin û paşve gav jê nayê avêtin.
Aldar Xelîl diyar kir ku ev destkeftiyên şoreşê bi hêsanê nehatine bidestxistin û got li pêşiya me keys û derfet jî hene.