Li ser paşeroja Libyayê roja pencşemê civîneke girîng heye.
Serokê Artêşa Niştimanî ya Libyayê Xelîfe Hefter û serokê meclisa rêveber a Hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac li hev dicivin.
Civîn li peytexta Fransa Parîsê pêk tê..
Her çiqas ev civîn pêk tên jî artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bawerî bi sozên El Serac nayne.
Û ji bo pêkanîna agirbestê, şertê wê ew e dewleta Tirk ji axa Lîbyayê were derxistin…
Ji bo niqaşkirina rewşa siyasî û ewlekariyê serokê artêşa Niştimanî Libyayê Xelîfe Hefter, serokê parlemantoyê Eqîle Salih û serokê meclisa rêveber a hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac li hev dicivin.
Civîn roja pencşemê li paytexta Fransa Parîsê pêk tê..
Civîn wê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û bi hevkariya Fransayê pêk were..
Li Lîbyayê demeke dirêje di navbera hêzên Artêşa Niştimanî ya Xelîfe Hafter û hêzên Trablûsê yên Fayîz El Serac şer dewam dike.
Ji destpêka şerê li Lîbyayê ve dewleta Tirk piştgiriya hikumeta El-Serac dike û bê navber jê re alîkariya leşkerî dişîne .
Ji ber vê yekê jî Artêşa Niştimanî ya Libyayê bawerî bi sozên El Serac nayne.
Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ji bo pêkanîna agirbestê beriya niha şertên xwe radestî Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê kiribûn.
Şertê yekemîn ew e ku dewleta Tirk ji Lîbyayê derkeve û komên çekdar ên li derdora bajarên Sirte û Cufra hatine bicih kirin, werin dûrxistin..