Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aloziya di navbera Atîna û Enqerê de kûr dibe

 

BALAFIRÊN ŞER ÊN TIRKIYÊ CAREKE DIN ASÎMANÊ YÛNANISTANÊ BINPÊ KIRIN

Aloziya li ser sînorê Yûnanistan û Tirkiyê didome.

Doh careke din balafirên şer yên dewlata Tirk axa Yunanistanê binpê kirin.

Li gorî çavkaniyên leşkerî, 8 balafirên dewleta Tirk li ser giravên Yunanistanê firiyan.

Hêzên Yunanistanê jî li pey van balafiran ketin û ew dersînor kirin.

Kirîza di navbera Yunanistan û Tirkiyê de dewam dike.

Sedemên bingehîn yên aloziyê jî polîtîkayên dagirkeriyê yên Enqere li rojhilatê Deryaya Spî û gefên wê li dijî Ethena.

Tevî hemû narazîbûnên navneteweyî, dewleta Tirk bi îsrar gefên li hember Yunanistanê didomîne.

Doh careke din balafirên şer ên Tirkiyê qada asîmanî ya Yunanistana binpê kirin.

Li gorî çavkaniyên leşkerî yên Yunanistanê, roja çarşemê 8 balafirên Tirkiyê, bi dehê caran, li asîmanê giravên welatê wan firiyane.

Çavkaniyên leşkerî diyar kirin ku hêzên wan ên asîmanî mafê xwe bikar anîn û li pey balafirên Tirkiyê ketin heta ew dersînor kirin.

Di mehên dawî de, ji ber hewildanên Enqere yên lêgerîna enerjiyê li ber peravên Qibrîsê aloziya di navbera her du welatan de bilindtir bû.

Tirkiyê ragihand ku ew ê li rojhilatê Deryaya Spî dest bi lêgerîna enerjiyê bike.

Yunanistan jî li dijî vê yeke derdikeve û dibêjê, “emê rê nedin te tu lêgerînê li nava nava herêma me ya deryayî pêk bînî.”

Beriya çend rojan, wezîrê karê derve yê Yunanistanê, Nikos Dendias, diyar kir ku ji bo diyalogê welatê wî amedeye, lê belê ew qet gefan qebûl nekin.

Artêşa Yunanistanê jî teqez kiribû ku ew ê bersiva pêwîst bidin gefên Tirkiyê.

Her wiha diyar kir ku ji bo şer jî ew amede ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv