Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aloziya li Libnanê her diçe kûr dibe

 

 

Li Libnanê gel dibêje, heta hukûmet dest ji kar bernede, ew ê jî dawî li xwepêşandanan neyînin..

Li paytext Beyrûdê bi hezaran kes beşdarî çalakiyan bûn..

Polîsan jî bi bombeyên gazê hewl da pêşî li çalakgeran bigirin.

Her wiha ji ber ku hukûmetê reformên pêwîst nekirin 3 wezîran îstîfa kir.

Û fikar hene ku aloziya li welat kurtir bibe..

Di vê navberê de lîderên Cîhanê soz dan ku ew ê 250 mîlyon Euro alîkarî bidin gelê Libnanê..

Bêtirî 10 mehan e, serokwezîr dest ji kar berdan û hukûmeteke nû ava bû, lê hêrsa gelê Libanaê hê jî kêm nebûye..

Ev yek piştî teqîna mezin a li paytext Beyrûdê, zêdetir bû..

Û daxwaz jî heman tişte..

Hukûmeteke nû, jiyaneke bê dizî û bê-karî

Gelê ku navê “Roja Xezebê” li çalakiyên xwe kiriye, doh dîsa li Beyrûdê rabû ser piyan..

Bi hezaran kes li pêşiya parlementoyê kom bûn..

Polîstan bi ava şid û bombeyên gazê hewl da pêşî li çalakiyan bigrin..

Ji ver vê şer û pevçûn li gelek kolanan belav bû..

Saziyên ragihandinê li Beyrûdê diyar kirin ku xwepêşandêran agir bi herêma derdora parlementoyê xistine..

Beşek ji çalakgeran jî ketin ofîsên wezareta kar û veguhestinê..

Li hemberî vê rewşa aloz, hukûmet jî bê çare maye..

Di nava 28 saetên dawî de 2 wezîr ji ber sedema ku reformên pêwîst nehatine kirin, îsîtfa kirin..

Ew jî wezîra ragihandinê Menal Abdulsemd û yê hawîrdorê Dîmyanor Qettar in..

Di vê navberê de, li ser banga Fransayê, doh hejmareke ji lîderên cîhanê ji bo alîkariyê bidin Libanaê hevdîtin pêk anîn..

Nûnerên Fransa, welatên Yekîtiya Ewrûpa, Amerîka, Çîn, Misir, Urdûn, Yekştiya Ereban û Rûsya beşdarî hevdîtinê bûn..

Di encamê de soz hate dayîn ku 250 mîlyon Euro alîkaî bidin gelê Libnanê..

Serokatiya Fransayê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got, pêwîst alîkariya hatiye komkirin, bi awayekî zelal ji bo pêwîstiyên gel were bikaranîn..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv