Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aloziya li Rojhilatê Deryaya Spî û Helwesta Tirkiyê

 

Krîza ku dewleta Tirk li rojhilatê Derya Spî kûr dike, ji bo Yekîtiya Ewrûpayê bûye serêşiyeke giran.

Wezîrên karên derve yên Almanya û Fransa careke din Tirkiyeyê hişyar kirin, da ku keştiya xwe ya sondaja gazê ji Egeyê vekişîne.

Ewrûpa kurtedemek berê digot, ew li hemberî dewleta Tirk polîtîkayên bertil û lêdanê bi hev re bi kar tîne.

Lê wisa xuya dike dewleta Tirk bi bertilê têr nabe û niha di destê Ewrûpayê de bi tenê ji bo lêdanê ço maye.

Dubarekirina destwerdana li Derya Spî ya dewleta Tirk, hişt ku welatên Yekîtiya Ewrûpayê careke din bikevin nava tevgerê..

Fransa û Almanyayê şandina keştiya binavê “Oruç Reîs” wiha pênase kirin:

Tirkiye di mijara provokasyonan de bi israr e.

Li Paytexta Fransayê Parîsê di navberê wezîrê karê derve yê vî welatê ê yên Polonya û Almanyayê de hevdîtinek pêk hat..

Wezîrê Fransî Jan Yîev Le Drîan got, êdî Tirkiye eşkere di nava tevgereke provokatîf de ye.

Wezîrê Karê Derve ê Almanyayê Hayko Mas jî ragihand ku ew ê hefteyeke dem bidin Tirkiyê da ku helwesta xwe zelal bike..

Mas got, li gorî vê helwestê ew ê gavên pêwîst bavêjin..

Di meha îlonê de serokê Konseya Ewrûpayê Charles Michel gotibû “ew di mijara aloziya bi Tirkiyeyê re siyaseta polîtîkayên nerm û hişk bi hev re bi kar tînin.

Piştî daxuyaniya duh a wezîrên fransî û almanî, niha li derdora dîplomasiya ewrûpî de ev pirs tê kirin:

Gelo ev siyaseta ku serokê Konseya Ewrûpayê qala wê kir, êdî têk çûye?

Wisa xuya dike niha di destê Yekitiya Ewrûpayê de tenê zor maye û heta ev neyê bikaranîn dewleta tirk wê ji ya xwe neyê xwarê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv