ALOZIYA LI LÎBYAYÊ
HERDÛ ALIYÊN ŞER AGIRBEST RAGIHANDIN
Li Lîbayê hukûmetên Trebalûs û Bingazî agirbest ragihandin..
Fayîz El Saarc xwest ku Adara 2021’an hilbijartin pêk werin..
Hukûmeta Fayîz El Saarac û ya Bingazî ku di bin kontrola Xelîfe Hafter de, 2 daxuyaniyên cûda dan..
Di daxuyaniya Sarrac de ev bang hate kirin:
Me biryar da hemû hêzên çekdar ên li welat, sîlehên xwe bêdeng bikin û dawî li operasyonan bînin.
Sarrac her wiha xwest bajarên Sirte û Cufra ji hêzên leşkerî û sîlehan were paqijkirin û wiha dewam kir:
Armanca bingehîn ew e ku serweriya axa Lîbyayê were bidestxistin û hemû hêzên derve û çekdarên kirêgirtî ji welat werin derxistin.
Li Lîbyayê bi hezaran çeteyên girêdayî dewleta Tirk cihê xwe di nava şer de digrin..
Sarrac wekî din xwest Adara 2021’an li Lîbyayê hilbijartinên meclis û serokatiyê pêk werin..
Hukûmeta Bingazî ya bi serokariya Xelîfe Hafter jî banag agirbestê kir.
Daxuyanî ji aliyê Serokê meclisê Aqîle Salih ve hat parvekirin..
Di herdû daxuyaniyan de hat xwestin ku astengiyên li pêşiya hîlberîna petrolê werin rakirin..