Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aloziya nedane mûçeyan li Başûrê Kurdistan

 

DI ÊRIŞA ASAYÎŞA PDK’Ê YA LI ÇALAKIYA LI DUHOKÊ DE GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li başûrê Kurdistanê ji ber polîtîkayên hikumeta Herêm, Krîzeke aborî heye.

Doh li bajarê Dihokê li parka Azadî li dijî nedana mûçe, paşxistina mûçeyan karmend û çalakvanên medenî xwepêşandanek lidaxistin

Lê asayîşa PDK’ê êrîşê çalakiyê kir gelek kes hatin binçav kirin.

Lijneya karê hevbaş a Çep a Kurdistanê daxuyaniyek da û daxwaza berdana kesên hatine binçav kirin kir.

Ev demeke li seranserî başûrê Kurdistanê li dijî nedana mûçeyan xelk di nava çalakiyan de ne.

Yek ji wan çalakiyan jî li bajarê Dohukê pêk hat.

Karker û karmendên bajêr roja şemiyê li parka Azadî bi pêşengiya koma ”Kanî Paşkewt” kom bûn û daxwaza dayîna mûçeyên xwe ji desthilatdariya herêma Kurdistanê kirin.

Lê asayîşa PDK’ê êrîşê çalakgeran kir û bi sedan mamosta, karmend, rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl gelek çalakger kirin binçavan.

Li ser nerazîbûnan piraniya çalakgeran hatin berdan, lê hîn jî 15 kes di bin çavan de ne.

Desteya karê Hevbeş a Çep a Kurdistanê ku ji Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistan, Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan, Hizbî Şûî Kurdistan pêk tê, derbarê binçavkirina çalakgeran de daxuyaniyek weşandin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, Şûna desthilatdar xelkê biçûk bikin, bila bala xwe bidin ser başkirina jiyan xelkê. Rêzê li mafê raman bigrin. Rê li ber xwepêşandanên demokratîk û sivîl negirin.

Desteyê daxwaz kir ku tavilê kesên hatine binçav kirin, bên berdan.

Di vê navberê de dîmenên dema êrîşa hêzên PDK’ê ji aliyê parlementereke jin ve hatiye kişandin û di dîmen de tê dîtin ku ji aliyê asayîşa PDK’ê ve bêrêzî li parlementera jin tê kirin.

Li aliyê din bi pêşengiya Koma Kanî Paşkewt li Parka Azadî çalakî dewam dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv