Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aloziya Sûriyê

 

AMERÎKA Û RÛSYA DERBARÊ ÇARESERIYA SIYASÎ DE AXIVÎN

Amerîka û Rûsyayê di demên dawî de dan û standin di derbarê Sûriyê de zêde kirine.

Hat ragihandin ku rayedarên her du welatan ji bo çareseriya siyasî nîqaşkirine.

Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin û Nûnerê Taybetî yê Amerîka ji bo Sûriyê, James Jeffrey derbarê çareserkirina aloziya Sûriyê de bi telefonê axivîn.

Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan di peywendiyê de, bi awayekî berfireh mijarên çareserkirina aloziya Sûriyê,li gorî biryara Konseya Ewlekariya Navneteweyî ya 2254 hatiye nîqaşkirin.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan rewşa Sûriyê ya li ser erdê, di nav de misogerkirina pêkanîna aramiyê li Idlibê, heremên rojhilatê Firatê û başûrê welêt gotûbêj kirin.

Hêjayî gotinê ye, ev demeke Washington, rejîma Esad a Rûsya desteka wê dike, tengav kiriye.

Bi taybet, di demeke nêz de Qanûna Sezer dikeve meryetê ku cezayan li ser rejîma Sûriyê ferz dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv