Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
GiştîNûçeyên Dawî

Ambargoya çekan a li ser Îranê 18’ê Cotmehê bi dawî dibe 12.10.2020

Ambargoya çekan a Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyi ya li hember Îranê ya di çarçoveya peymana nuklerî de 18’ê Cotmehê bi dawî dibe. Li gorî Tehranê rabûna embargoyê ji bo Washîngtonê ‘windakirineke dîrokî’ ye.

Peymana nûklerî ya biryara hejmara 2231 a Konseya Ewlekariyê ya NY a firotina çek û amûrên giran ên leşkerî yên ji bo Îranê ku Tîrmeha 2015’ê li Viyanayê bi îranê re îmze kiribû, 18’ê Cotmehê bi dawî dibe.

Rêveberiya DYE’yê di meha Tebaxê de ketibû nava hewldanan ku Konseya Ewlekariyê embargoyê dirêj bike û daxwaz kiribû ku ji nû ve pêkanînên navneteweyî pêk bên, lê di vê yekê de bi ser neket.

Rêveberiya Moskovayê di meha Îlonê de daxuyaniyek dabû û diyarkiribû ku di rewşekê de ku embargo bidome, niyet bûne ku bi Îranê re di qadên leşkerî de lihevkirinê bikin. Çîn ji xwe ji 18’ê Cotmehê û şûnde niyeta xwe ya firotina çekan a ji bo Îranê naveşêre.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Saîd Hatîpzadeh destnîşan kir ku dawiya vê heftê wê DYE wê ‘windahiyek dîrokî’ bijî. Hatîpzadeh got: “Îranê carekî din da nîşandan ku DYE weke ku îdîa dike ne bi hêz e.”

Serok Dewletê DYE’yê Donald Trûmp Gulana 2018’an ji peymana nûkleerî ya li gel Îranê yek alî jê derketibû, dest bi polîtîkayên pêkanînan kiribû. Îran jî piştî vê biryarê bi salêkê şûn ve, bi awayekî astî birayrên peymana nukleerî sînordar kiribû.

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv